Gazî xwe ji bo oxirkirina du şoreşgeran amade dike

Gelê Gazî xwe amade dike, ku jinên komunîst Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, oxir bike.

Jinên komunîst Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, îro li Taxa gazî tên oxirkirin.

Cenazeyên Erbay û Şîrîn duh êvarê anîbûn Mala Cem a Gazî û malbatan û hevrêyên wan heta serê sibehê li ber cenazeyan nobed girtibûn.

Ji ber merasîma cenaze alên sor li Kolana Îsmetpaşa hatin daliqandin. Wêneyên Erbay û Oter li hewşa Mala Cem hatin bicihkirin û qurnefîl danîn ber wêneyan.

Alîkarên Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok û Çîçek Otlû, Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî jî li Mala Cem in.

Merasîm wê saet di 13:00 de destpê bike û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy jî beşdar bibin.