Polîsên Tirk êrîşî meşa ji bo azadiya Ocalan kirin

Li Edeneyê bi boneya daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û protestokirina êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, meşek girseyî hat lidarxistin. Polîsên Tirk xwe ranegirt êrîşî meşê kir.

Li taxa Denîzlî ya Edeneyê di pêşengiya Nûnertiya TUHAD-FED'ê de bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re azadî û protestokirina êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurdistanê, meş hat lidarxistin. Polîsên Trik êrîşî meşê kir. Girseya li ber Parka Denîzlî kom bû, pankartên "Bila muzakere dest pê bikin, ji Ocalan re Azadî" û "Rêya Tirkiyeya Demokratîk ji xwerêveberiyê re derbas dibe" vekirin û meşiyan. Li Kolana Mîthatpaşa polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî meşê kirin û bûyer derket. Pevçûna di navbera girseyê û polîsên Tirk de hê jî li kolanan didome.