Li balafirgeha Stenbolê teqîn
Li beşa apron a balafirgeh Sabîha Gokçen a Stenbolê saet di 02:00 de li aliyê pêş ê balafirekê, dema du karkeran paqijî dikirin, ji ber sedemeke nediyar teqînekê rû da.
Li beşa apron a balafirgeh Sabîha Gokçen a Stenbolê saet di 02:00 de li aliyê pêş ê balafirekê, dema du karkeran paqijî dikirin, ji ber sedemeke nediyar teqînekê rû da.
Li balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê, saet di 02:00 de teqînekê rû da. Ji ber teqînê yek jê giran 2 kes birîndar bûn.
Li beşa apron a balafirgeh Sabîha Gokçen a Stenbolê saet di 02:00 de li aliyê pêş ê balafirekê, dema du karkeran paqijî dikirin, ji ber sedemeke nediyar teqînekê rû da.
Piştî teqînê gelek polîs, ambûlans û tîmên arkujiyê hatin veguhastin.
Ji ber teqînê, ji personelên paqijiyê yên balafirgehê Canan Çelîk Bûrgûcû (33) ji destê xwe, Zehra Yamaç (30) jî ji serê xwe birîndar bû. Birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Pendîk a Zanîngeha Marmarayê. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa tenduristiyê ya Zehra Yamaç giran e. Tîmên lêkolînkirina cihê bûyerê, li beşa apron a balafirgehê lêkolîn kirin. Hat ragihandin ku ji bo tespîtkirina sedema teqînê, xebatên li cihê bûyerê dewam dikin.