Êrîşên dewleta Tirk tên protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarên Essen, Mannheîm, Dortmûnd ên Elmanya û paytexta Fransa Parîsê hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarên Essen, Mannheîm, Dortmûnd ên Elmanya û paytexta Fransa Parîsê hatin protestokirin.

ESSEN

Kurdistaniyên li Essen û derdora wê bi banga Navenda Çanda Kurd ve terora dewleta Tirk protesto kirin. Bi sedan kes tevlî çalakiya li bajarê Gelsekirchen bû.

Di çalakiyê de nûnerên partî û saziyan axaftin kirin, qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin.

Dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistan Re Statu” hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de bang hat kirin ku her kêliya jiyana xwe Kurdistanê bifikirin, bijîn û tevlî çalakiyan bibin.

MANNHEIM

Bi banga Navenda Civaka Kurd û Yekîtiya Hêzên Demokratîk ve li pêşiya HBF a Mannheîmê çalakî hat lidarxistin.

Girseya li pêşiya HBF’ê devê xwe lazqe kir û peyam da Ewropayê. Di çalakiya ku bi sedan kes tevlîbûn de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de danezana ji aliy Yekîtiya Hêzên Demokratîk hatiye amadekirin hat xwendin. Piştre li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mannheîmê Cano Yildiz axivî, destnîşan kir ku divê AKP’e gelê Botan û Amedê bi tenê nebîne, wiha domand: “Em çawa dema Kobanê bûn dilek, her wiha em ji bo gelê Botanê jî dilek in û îro bi milyonan welatparêz, sosyalîst, şoreşger li ser piyan e. Wek çawa ji bo Kobanê pêk hat, em ji bo Botanê jî li ser piyan e û wê Botan bi ser bikeve.”

 

DORTMUND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanya jî komek ciwan li navenda kirîn û firotinê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya bêîtîatiya sivîl de dirûşma, “Ji Ocalan Re Azadî” hat berzkirin, faşîzma AKP’ê hat protestokirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk li Qada Bastîlle çalakî li dar xistin.

...