Ersanli: Parçebûn ne bi xweseriyê, bi şîdeta dewletê dibe

Profesor Buşra Ersanli rewşa dawî ya li Kurdistanê, daxwaza xweserî/xwerêveberî ya tevger û gelê Kurd ji ANF'ê re nirxand. Ersanli destnîşan kir, ku xwerêveberî, ji bo rêvebirina xwe bi xwe ya mirovan, rêbazeke hemdem e.

Profesor Buşra Ersanli rewşa dawî ya li Kurdistanê, daxwaza xweserî/xwerêveberî ya tevger û gelê Kurd ji ANF'ê re nirxand. Ersanli destnîşan kir, ku xwerêveberî, ji bo rêvebirina xwe bi xwe ya mirovan, rêbazeke hemdem e. Ersanli ragihand, ku li hemberî daxwaza xwerêveberiyê, bersiva dewletê ya bi çekê şaşîtiyeke gelekî mezin e û got, "Lewma parçebûn ne bi xwerêveberiyê, bi şîdeta dewletê dibe."

DAXWAZA STATUYÊ TÊ WATEYA WEKHEVIYÊ

Profesor Buşra Ersanli diyar kir ku xwerêveberî modeleke ku bi demokratîkbûyînê re li gelek welatan di nava 30-40 salên dawî de bi cih tê anîn e û got, "Daxwaza xweseriyê ya li Tirkiyeyê, hem daxwaza statuyê ya gelê Kurd e hem jî daxwaza demokrasiyê ye. Daxwaza statuyê û xweseriyê ji xwe girêdayî hev in. Ji ber ku daxwaza statuyê tê wateya wekheviyê. Yanî ji bo welatîbûna wekhev, gaveke xurt e. Ev daxwaz di sala 2010'an de hat kirin, lê belê me îmkan nedît ku kêmasiyên wê, rêbaz û naveroka wê nîqaş bikin. Notên min ên lêkolînê yên di vî warî de mîna delîlan e. Di dawiya sala 2011'an de tevî DBP'yiyên din ez hatim girtin. Azadiya ramanê li ku ye? Em hînê nikarin vê daxwazê nîqaş jî bikin."

AQLÊ DEWLETÊ XWE JI WELATIYAN MEZINTIR DIBÎNE

Prof. Ersanli diyar kir ku li Tirkiyeyê aqlê dewletê ji aqlê welatiyan bêhtir derdikeve pêş û got, "Weke rêxistineke xurt a efsanewî ya her tiştî 'diparêze', dewlet li şûna ku xizmetê ji gel re bike, weke amûreke ku rastî û şaşîtiyê tespît dike û hêzê bi kar tîne, tê qebûlkirin. Wekî din, dewlet li Tirkiyeyê weke 'leşker mîllet' derdikeve pêşiya me. Hêza xwe ya efsanewî ji ol, ji Tirkîtiyê werdigire. Zarokan bi vî rengî perwerde dike û zarokan pê dide bawer kirin ku çar aliyên xwe bi dijminan hatiye dorpêkkirin. Bi mirovan dide qebûlkirin ku hêzeke navendî li ser her kesî xwedî maf e. Ev yek bû sedem ku welatî xwe pasîf û qels bibînin. Vê yekê car carna rê li ber nerazîbûnan vekir. Daxwaza xwerêveberiyê ya mûxalefeta siyasî ya Kurd jî ne weke daxwaza dewletê, weke daxwaza parvekirina qada cemaweriyê hat bilêvkirin. Derfet nedît ku vê yekê bi berfirehî nîqaş bike. Ji destpêkê ve sûcdar hat dîtin. Halbûkî rêya parvekirinê dir oja îro de bi xurtkirina erkên rêveberiyên heremî dibe. Di sedema me de 'mafê neteweyan ê diyarkirina çaresenûsa xwe' weke xwerêveberiya herêmî/xwecihî tê dîtin. Jİ ber ku rêveber ji navendê ya yek dewlet û neteweperestiyê, gelekî qels bû."

PÊWÎSTE DI DESTPÊKÊ DE ŞER BÊ SEKINANDIN

Profesor Buşra Ersanli, ji bo nîqaşkirina xwerêveberiyê bi dorfirehî bal kişand ser girîngiya bidawîkirina şerê tê meşandin û got, "Ji bo veger li maseya muzakereyê bê kirin, bêyî cihêkarî di navbera civakê de were bicihkirin, divê beşên cuda re diyalog bê anîn. Êdî nabe ku muzakere di nava çend kesan de bimîne. Beriya her tiştî divê mijara Meclîsê be. Ji destpêkê ve eger bi vî rengî bûya, wê maseya muzakereyê neqelibiya."

CIHÊBÛN BI KÊRÎ KESÎ NAYÊ

Ji bo pirsa 'gelo ev konsepta şerê giştî ya li hemberî gelê Kurd ji aliyê dewlet û hikûmetê ve timî tê meşandin, di nava Kurdan de rê li ber daxwaza cihêbûnê venake?' de Profesor Ersanli ev bersiv da:

"Bêguman wê rê li ber daxwaza cihêbûnê veke. Ev polîtîka ji aliyê esasî ve cihêkar e. Polîtîka êrîşkar her tim cihêkar e û rê li ber nefret û tolhildanê veidke. Li gorî min, qutbûn wê bi kêrî kesî neyê. Ji ber ku jiyaneke bi hev re ya bi salan heye. Hevpariya jiyana li Îzmîrê cuda ye, ya li Bûrsa, li Trabzoyê, li Agirî cuda ye. Ti kes nikare bi hêsanî vê hevpariya jiyanê bişikîne."

PARÇEBÛN NE BI XWESERIYÊ, BI ŞÎDETA DEWLETÊ DIBE

Profesor Buşra Ersanli herî dawî got, "Daxwaza xwerêveberiyê daxwaze hemdem e, ji bo Kurdan statu ji bo Tirkan jî daxwaza demokratîkbûyînê ye. Lê mixabin rewşa şer a îro, vê mijarê dinixumîne. Beriya her tiştî divê veger li muzakere û diyalogê were kirin."

Ersanli destnîşan kir ku li hemberî daxwaza xwerêveberiyê, bersiva dewletê ya bi çekê şaşîtiyeke mezin e û got, "Lewma parçebûn ne bi xweseriyê bi şîdeta dewletê pêk tê. Ji ber ku potansiyela şîdeta di destê dewletê de heye, gelekî zêde ye."