Li Swîsreyê protestokirinên qetlîama Cizîrê didome

Li Swîsreyê li hember qetlîama Cizîrê bertek dewam dikin. Bi çalakiyên lig elek bajarên Swîsreyê ve dewleta Tirk hat protestokirin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê polîtîkayên qetlîamker ên di pêşengiya Erdogan û AKP’ê de yên dewleta Tirk protesto dikin.

ZURÎH

Gelek Kurdistaniyên li bajarê Zurîh ê Swîsreyê civiyan, Stasyona Trenê ya Navendî ya Zurîhê dagir kirin û qetlîama Cizîrê protesto kirin.
Di çalakiya ku pankartên Erdogan û AKP’ê lanet dikin hatin vekirin de dirûşmeyên, “Qatil Erdogan”, “Qatil TC” hatin berzkirin, bi armanca balkişandina ser qetlîamên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin.

AARAÛ

Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn de jinên li stasyona trenê ya navendî ya Aaraû kom bûn jî ji vir heta navenda Aaraû’yê bi meşekê qetlîama Cizîrê lanet kirin.

Di domahiya meşê de dirûşmên li dijî Erdogan û AKP’ê hatin berzkirin, li hember bêdengiya Ewropa ya li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bertek hatin ziman.

ST. GALLEN

Navendek din a ku dewleta Tirk hat protestokirin bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bû. Kurdistaniyên li pêşiya stasyona trenê ya St. Gallenê hatin cem hev bi çalakiyekê qetlîama Cizîrê lanet kirin. Di çalakiya ku bal kişand ser bûyerên li Cizîrê de banga qadan li Kurdistaniyan hat kirin.

BASEL

Her wiha ji bo nirxandina pêvajoyê bi tevlîbûna Siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn li Navenda Civaka Kurd a Baselê civînek gel hat lidarxistin.

Ûzûn da xuyakirin ku gelê Kurd di pêvajoyek şoreşê re derbas dibe, destnîşan kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de wezîfeyên dikevin ser milên wan pêk bînin.

...