Heyeta Navneteweyî ji bo hevîtina bi Ocalan re serî li wezaretê da
Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî, ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Edaletê da. Heyet wê piştî danûstandinên xwe daxuyaniyekê bide.
Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî, ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Edaletê da. Heyet wê piştî danûstandinên xwe daxuyaniyekê bide.
Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî, wê di navbera 15-17'ê Sibatê de li Tirkiyeyê be. Delegasyonê, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku 17 sal in li Îmraliyê tê ragirtin hevdîtinê bike, serî li Wezareta Edaletê da.
Di nava delegasyonê de ji Kanadayê ji damezrînerên Enstîtuya Ekolojî Sosyolojî ya Navneteweyî Dîmîtrî Roûssopoûlos, ji DYA nivîskar Janet Bîehl, ji îngilîstanê endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Estîtuya Ekolojî Sosyolojî ya Navneteweyî Federîco Ventûrînî, ji Îngilîstanê ji zanîngeha Cambrîdge Dr. Thomas Jeffrey Mîley, ji Elmanyayê Parlamenterê Partiya Çep Adrej Hûnko, ji Norwêcê nivîskar Eîrîk Eîglad, nivîskar, tercûman, endamê Meclîsa Neteweyî ya Venezûelayê Edgar de Jesûs Lûcena Gonzalez, ji Îngilîstanê ji Serokatiya Komîsyona Edaletê Joe Ryan Westmînster û Wezîrê berê yê Çandê yê Ekvadorê Andrade Francîsco Velasco cih digirin.
Berdevkê Delerasyonê ji Hewldana Aştî û Lihevkirinê ya Navneteweyî ya Afrîkaya Başûr dadger Essa Moosa da xuyakirin, ku ji bo tevkariyê li ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê bikin, tên.