ÎHD'ê ji bo rakirina tecrîdê serî li CPT da
ÎHD'ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) da.
ÎHD'ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) da.
ÎHD'ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) da.
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, têkildarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serokatiya Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an pê ve bi parêzerên xwe re, ji 5'ê Nîsana 2015'an û heya niha jî bi malbat, wasî û heyeta Îmraliyê re hevdîtinê nake.
Di serlêdanê de hate destnîşan kirin ku ji bo tecrîda li ser Ocalan were rakirin ÎHD'ê gelek caran serî li Wezareta Edaletê û Saziya Mafên Mirovan a Tirkeyeyê (TÎHK) jî dane lê heya niha ti encam ji van serlêdanan derneketiye. Di serlêdanê de her wiha hate diyar kirin ku piştî girtiyên bi navê Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran jî ji Girava Îmraliyê sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatine kirin, fikarên der barê Ocalan de zêdetir bûye.
'DIVÊ PÊVAJOYA AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ DESTPÊ BIKE'
Di serlêdanê de hate gotin ku bi taybet piştî ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de konsepta şer ketiye meriyetê, li Tirkiyeyê mafên bingehîn têne binpêkirin û wiha hate diyar kirin "Tiştên ku tê jiyîn dibe sedem ku bi lezgînî vegera li pêvajoya aşitî û çareseriyê çêbibe. Di vê nuqtê de pozîsyona siyasî ya Abdullah Ocalan car din girîngiya xwe nîşan dide."
'BILA CPT BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE'
Di serlêdanê de ji CPT hat xwestin ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin û hevdîtina Ocalan a bi parêzer, malbat û heyeta HDP'ê re were pêkanîn û herî dawî ev hate gotin: "Em daxwaz dikin ku CPT mafên xwe yên hevpeymanê bikar bîne, di demeke kurt de li gel nûnerên saziyên civakî li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê lêkolînan bike û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike."