2 qemyon û maşîneke kar hatin şewitandin
Li Sancaktepe ya Stenbolê maşîneke kar a Şaredariya Sancaktepeyê û 2 qemyon hatin şewitandin.
Li Sancaktepe ya Stenbolê maşîneke kar a Şaredariya Sancaktepeyê û 2 qemyon hatin şewitandin.
Li Sancaktepe ya Stenbolê, duh bi şev komkujiya li Cizîrê hat protestokirin. Ciwan li taxa Emekê daketin kolanan, lê polîsên Tirk êrîşî kirin. Ciwanan bi xweparastinê bersiv dan êrîşa polîsan. Ciwanên li nava kolanan bend danîn li hemberî polîsan li ber xwe dan û maşîneke kar a Şaredariya Sancaktepeyê tevî 2 qemyonan şewitandin.
Li Kartal, taxa Kanarya ya Kuçukçekmece, taxa Gazî ya Sûltangazî, taxên Haciahmet û Tarlabaşi yên Beyoglûyê, duh bi şev çalakiyên protestoyî hebûn. Ji ber êrîşa polîsan li van deran şer derket.
Piştî ku polîsên Tirk xwe ji taxan vekişandin, çalakî bi dawî bûn.