Komploya kirêt a navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd (4)

Endamê Heyeta Îmraliyê Balûken da xuyakirin, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên global û serdest ve li dijî xeta jiyana nû ya Ocalan ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye kiriye.

Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken da xuyakirin, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên global û serdest ve li dijî xeta jiyana nû ya Ocalan ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye kiriye. Balûken diyar kir, AKP û Erdogan jî bi qedandina pêvajoya diyalog û muzakereyê re tevlî bûne.

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku di şexê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo qedandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi destê hêzên hegemon û emperyal ve hat kirin, di salvegera 17. de ye. Ocalan li Girtîgeha Yekkesî ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, tevî tecrîda giran û polîtîkayên îzolasyonê jî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk ket nava gelek hewldanan û bi parêzname, nexşere û pêşnûmeyên ji bo çareseriyê re nîşanî tevahiya cîhanê da ku di çareseriyê de ew mûxatabê herî girîng e. Ji xwe pêvajoya diyalogê ya di Newroza 2013'an de ji gelan re hat deklarekirin, ji aliyê hemû alîgirên aştî û demokrasiyê yên cîhanê ve bi erênî û teqdîr hat pêşwazîkirin.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, ku di çarçoveya pêvajoya diyalogê ya bi pêşengiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hat destpêkirin de gelek caran çû Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, hevdîtinên li Îmraliyê yên bi Ocalan re, polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê yên li hemberî Ocalan, hevdîtinên hatn astengkirin û konsepta înkar û tinekirinê ya li dijî gelê Kurd hat destpêkirin, ji ANF'ê re nirxand.

'JI BER KU OCALAN SÎSTEMA HÊZÊN HEGEMONÎK Û EMPERYAL PÛÇ KIR, KOMPLO LÊ HAT KIRIN'

Balûken da xuyakirin, ku şerê parvekirinê yê niha li gelemperiya Rojhilata Navîn tê meşandin, bi pêvajoya komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpê kir û da zanîn, ku tevî vê yekê, hêzên hegemonîk ên global û hekarên wan ên li herêmê, dîktatorên erdnîgariya Rojhilata Navîn li gelan kirine jehr, têkilîdar pêvajoya nû rû bidin, ji bo perspektîfa neteweya demokratîk a Ocalan bifetisînin, bi komploya navneteweyî re gava destpêkê ya pêvajoya ji nû ve dîzaynkirinê avêtin. Balûken anî ziman, ku ji roja destpêkirina komployê û vir ve dema nêzîkatiya hêzên di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd tifaq kirine were nirxandin, wê ev helwest çêtir û vekirî bê dîtin. Balûken destnîşan kir, komploya navneteweyî di şexsê Ocalan de ji bo kûrkirina şerekî di navbera Kurd-Tirk, Kurd-Ereb û Kurd-Fars de hatiye meşandin. Balûken ragihand, ku di pêvajoya heyî de jî hewl tê dayîn ev feramset bê dewamkirin û diyar kir, li hemberî perspektîfa neteweya demokratîk a a Ocalan ji bo avakirina pêşeroja demokratîk a gelan, hînê jî hêzên emperyal û hegemon di nava lêgerînên dijber de ne.

'TECRÎDA LI SER OCALAN JI BER TIRSA JI VÎZYONA WÎ YA LI SER PÊŞEROJÊ YE'

Balûken da xuyakirin, ku derxistina Ocalan ji Sûriyeyê, girtina tevahiya erdnîgariya Ewropa û cîhanê ji hatina wî û meşandina vê komployê bi ruhê seferberiyê ji aliyê hemû hêzên navneteweyî ve, mezinahiya tirsa ji vîzyona Ocalan a li ser pêşerojê radixe pêş çavan û got, "Mezinahiya vê tirsê di heman demê de nîşan dide ku hêza analîzê ya Ocalan çiqasî Kurd e, model, paradîgmaya û jiyana nû ya ji bo gelên Rojhilata Navîn afirandiye çiqasî pêşî li mirovan vedike û bi hêz e. Ji ber ku Birêz Ocalan mijar weke pirsgirêka sîstemê nirxand." Balûken destnîşan kir, ku Ocalan weke rêya rizgariya ji vê rewşa zexta mêtîngeriyê, bal kişandiye ser neteweya demokratîk, aboriya komunal û civaka komunal; di ser teza modernîteya demokratîk a xwe dispêre civaka li ser van bingehan re, jiyana nû pênasee kiriye. Balûken got, "Lewma hêzên navneteweyî, piştî girtin û radestkirina Ocalan jî dest ji lêgerînên xwe yên komployê benedane, di şexsê Ocalan de hewl dane vê komploya xwe bi tinekirina pêşeroja demokratîk a gelan bi encam bikin. Lê belê pêvajoya Îmraliyê ya Birêz Ocalan, hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo gelê herêmê hem jî li ser navê mirovahiyê di nava berxwedaneke dîrokî de derbas bûye."

'MODELA KU OCALAN PÊŞKÊŞ KIR WEKE YEKANE MODELA ALTERNATÎF LI ROJHILATA NAVÎN DERDIKEVE HOLÊ'

Navborî bal kişand ser berxwedana dîrokî ya Ocalan a li 'çala beton' a ji 8-10 metreçargoşeyî ya li Girava Îmraliyê û got, "Gelek bûyer û qewimînên îro li Rojhilata Navîn rû didin, ji aliyê Birêz Ocalan ve ji berê ve hatine dîtin û di cih de hatine tespîtkirin. Di salvegera 17. a komployê de jî mirov dikarin bibînin ku hînê li hemberî xet, paradîgma û pêşeroja demokratîk a gelan a Birêz Ocalan parastina wê dike, didomin. Em di wê baweriyê de ne ku bi xeta Birêz Ocalan û sekna gelê Kurd û gelên herêmê re komploya navneteweyî bi giranî pûç bûye, lê belê hînê hêzên navneteweyî yên komploker dest ji êrîşên xwe bernedane."

Balûken diyar kir, pêvajoya heyî ya li Rojhilata Navîn û modela alternatîf a bi Şoreşa Rojava re şênber bûye nîşan dide bê di nabera hêzên komploker û xeta demokratîk de têkoşîneke çiqasî dijwar tê meşandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di heman demê de nîşan dide bê çareserî li ku ye. J ber ku modela Birêz Ocalan a li ser welatîbûna wekhev a hemû gelên herêmê û pêşeroja demokratîk ku weke model niha li Rojava derdikeve pêş, hem li Sûriyeyê, hem li Tirkiyeyê, hem jî li Rojhilata navîn weke yekane modela alternatîf ji bo tevahiya erdnîgariyê derdikeve pêş. Hêzên emperyal global jî di dema dawî de li xwe qebûl kirin ku ji bilî modela Rojava ti alternatîfeke çareseriyê nîne."

'XETA OCALAN ZÎHNIYETA KOMPLOKER TÊK BIR, BÛ MALÊ TEVAHIYA MIROVAHIYÊ'

Balûken anî ziman, ku berxwedana mirovahiyê ya gelê Kurd li ser şopa Ocalan li Kobanê û Şengalê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê meşand, di heman demê de nîşan da ku komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan wê di dema pêş de jî bi ser nekeve û got, "Xeta azadiya jinê ya ji aliyê Birêz ocalan ve hat afirandin û jinên Kurd pêşengiya wê dikin, di nava tevahiya jinên cîhanê de rê li ber kelecanek û hêviyeke mezin a ji bo pêşerojê vekir."

'AKP BÛ PARÇEYEK JI MEKANÎKA DARBEYÊ'

Îdrîs Balûken bal kişand ser hewldanên vê dawiyê yên Ocalan û ev nirxandin kir: "Birêz Ocalan bi pêvajoya çareseriyê ya bi civînên dawî yên li Îmraliyê re afirand, hem civak hem jî dewlet ji bo aştiyeke mayînde amade kir. Eger AKP a 13 sal in li ser desthilatdariyê ye ev pêngavên Birêz Ocalan rast fêm bikira û mekanîka darbeyê a gelên me pê re rû bi rû ne rast analîz bikira, îro li erdnîgariya Kurdistan-Tirkiyeyê aştî hebû û komploya navneteweyî wê li binê erdê ketîbûya. Lê belê mîna ku tevahiya raya giştî ya cîhanê jî şopandiye, AKP ne ji bo çareseriya demokratîk û aştiya mayînde nêzî pêvajoyê bûye, berevajî ji bo hesabên xwe yên desthilatdariyê mîna amûrekê bi kar aniye. Hesabên desthilatdariyê yên rojane, feraseta hegemonîk a otorîter û hin berjewendiyên xwe yên siyasî danî pêşiya pêşeroja demokratî a gelên me. Bi taybetî redkirina Mutabaqata Dolmabaheçeyê, redkirina Heyeta Şopandinê, redkirina Maseya Muzakereyê, nîşan da ku AKP bûye parçeyek ji mekanîka heyî ya darbeyê. Ji xwe mîna ku îro li Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Farqîn û gelek herêmên erdnîgariya Kurdistanê tê dîtin, AKP bi darbekaran, gladyoya kûr û hin kontrgerîlayên têkiliya xwe ya navneteweyî hene, tevdigere. Ev yek nîşan dide ku hêzên komploker di ser AKP'ê re dest bi pêngaveke nû kirine. Yekane rêya şikandina vê yekê, helwesta li hemberî komployê û berxwedana li dijî komplokeran e. Rastiya gel a li hemberî her şêwe êrîşên giran û bêrehm li ber xwe dide û li dijî komkujiyan nayê ser çokan, nîşan dide bê pêvajoya dema pêş wê bi çi rengî be."

'OCALAN LÎDEREKÎ SIYASÎ YE KU SIYASETMEDARÊN HERÎ BIJARTE JÎ MATMAYÎ DIHÊLE'

Balûken da xuyakirin, ku di hevdîtinên rû bi rû yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîtiye ku sîstema li Rojhilata Navîn bi rengekî ku siyasetmedarên herî bijarte jî matmayî bihêle, mûezem analîz dike û destnîşan kir, ku Ocalan lîderekî welê yê siyasî ye; di nava wêneyê mezin ê Rojhilata Navîn de ji berê ve liv û tevgera herî biçûk jî dibîne, bi pêşdîtinên xwe re rê û rêbazên beralîkirina pirsgirêkan nîşan dide. Balûken got, "Ji derketina cinawirê DAIŞ'ê heta komkujiya gel a li Şengalê, ji weşheta li Kobanê heta pêşeroja kaotîk a erdnîgariya Rojhilata Navîn, bi saya tespîtên Birêz Ocalan weke heyetê em bûn xwedî wê şenxsê ku van hemûyan ji berê ve bibînin. Yên ku ji vê hêza çareserî û pêşdîtinê ya Ocalan ditirsin, yên ji xeta nefesê ya Ocalan ji bo gelan vekiriye ditirsin, bi sîstemeke nû ya tecrîdê re careke din êrîşî perspektîfa çareseriyê ya Birêz Ocalan kirin. Lewma, ji bo dema pêş divê hemû gel li dora xeta Birêz Ocalan pêşeroja xwe bi hev re bijîn û bi xwe biafirînin û xwedî lê derkevin."

'MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ BÛ EYNIKEK Û DERKET PÊŞIYA AKP'Ê'

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken pêvajoya Ocalan ji bo çareseriya aştiyan û demokratîk a pirsgirêka Kurd afirand û gihand heta Dolmabahçeyê nirxand û got, "Mutabaqata Dolmabahçeyê, ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên kronîkbûyî yên li Tirkiyeyê manîfestoyeke dîrokî bû."

Balûken anî ziman, ku Mutabaqata Dolmabahçeyê ji aliyekî ve ji bo Erdogan û AKP'ê bû nuqteya biryardayînê û got, "Ya wê helwesteke samîmî nîşan bida û di mijara çareseriya van pirsgirêkan de bi cesareta siyasî re bibûna parçeyek ji vê çareseriay dîrokî, yan jî wê ji ber helwestên xwe yên mijûlkirinê û dûrî ji çareseriyê re, di nava gelan de teşhîr bibûna. Mutabaqata Dolmabahçeyê lewma bû eynikek û derket pêşiya AKP'ê. Di vê eynika li pêş rûyê AKP'ê de, maskeya AKP'ê ket û feraseta wê ya antî demokratîk, otorîter, hegemonîk û zordar ji aliyê raya giştî ya Tirkiye û tevahiya cîhanê ve hat dîtin."

'AKP'Ê JI BER KU LI DIJÎ ÇARESERIYÊ BIRYARA XWE JI BO ŞER DA, PÊVAJO QEDAND'

Balûken da zanîn, ku komkujiyên her roj li bajarên Kurdistanê rû didin û rojane bi dehan cenazeyên diçin bajarên Tirkiyeyê nîşan didin, bê hewldanên Ocalan çiqasî girîng in û pêşniyarên çareseriyê yên bi Mutabaqata Dolmabahçeyê re şênber bû, çiqasî jiyanî ye. Balûken wiha dewam kir: "Em di wê baweriyê de ne ku zexta demokratîk a gelan wê karibe di dema pêş de AKP'ê neçarî muzakere û çareseriyê bike. Ji ber ku Erdogan û AKP, di oxira bicihanîna sîstema serokatiya otorîter de, ji bo Kurd li Sûriye û gelemperiya Rojhilata Navîn nebin xwedî statu, biryara şer dane. Yekane rêya şikandina vê, xeta berxwedanê û têkoşîna demokratîk a gelan e. Lewma asta têkoşîna di dema pêş de were nîşandan, ji bo pûçkirina polîtîkayên komkujiyê û ji bo afirandina çareseriyeke nû bi destûreke bingehîn a demokratîk a xwe dispêre perspektîfa neteweya demokratîk a li gorî 10 xalên di Mutabaqata Dolmabaheçeyê de hatiye destnîşankirin, girîn e."

'AKP Û ERDOGAN DEMA NIKARÎBÛN XETA ROJAVA YA OCALAN TÊK BIBIN, MASE QELIBAND'
 
Balûken anî ziman ku yek ji armanca qelibandina maseya muzakereyê, bicihanîna konsepta şerê gemarî ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Rewşa xitimandî yên dem bi dem rû dan, bi hewldanên Birêz Ocalan re ji holê hatin rakirin. Di hefteya ewilî ya destpêka pêvajoyê de hat xwestin pêvajo bi komkujiya li Parîsê re bê sabotekirin. Gelek astengiyên bi vî rengî yên li pêşiya pêvajoyê ji aliyê Birêz Ocalan ve di nava demê de holê hatin rakirin û pêvajo heta Mutabaqata Dolmabahçeyê dewam kir. Ji ber ku AKP û Erdogan li ser dewamiya pêvajoyê xwedî vîneke qewîn nebûn, bi taybetî piştî şerê wekaletê li Rojava bi destê DAIŞ'ê meşand bi berxwedana li Kobanê re hat şikandin, maseya muzakereyê qelibandin." Balûken da zanîn ku eger mase nehatibûya qelibandin, bi saya asta civakîbûna pêvajoyê re wê ev zîhniyeta vîna gelan bi konsepta şer û komkujiyan vala derdixîne, neketibûya meriyetê."

Balûken di dawiya axaftina xwe de diyar kir, ku Ocalan ji lîderên gerîla yên li erdnîgariyên cuda yên cîhanê gelekî wêdetir xwedî mîsyonekê ye û weke lîderekî gel ji aliyê gelên herêmê û raya giştî ya cîhanê ya xwedî helwesta şoreşger demokratîk, tê dîtin. 

Sibe: Ji parêzerên Ocalan ên di 6'ê Tîrmeha 2011'an de bi Ocalan re hevdîtin kir Mehdî Oztuzun, astengiya hevdîtina bi parêzeran re û komplo nirxand