Li Danîmarkayê meşa li dijî Komploya 15'ê Sibatê destpê kir
Li Danîmarkayê, meşa dirêj a ji 25 kîlometreyan ku li dijî komploya 15'ê Sibatê tê lidarxistin, destpê kir.
ANF
HEDEHÛSENE
în, 12 reşemiyê 2016, 12:16
Li Danîmarkayê, meşa dirêj a ji 25 kîlometreyan ku li dijî komploya 15'ê Sibatê tê lidarxistin, destpê kir. Meş wê du rojan bidome.
Roja destpêkê ya meşa dirêj îro saet di 10:00 de li Stasyona Hedehûsene destpê kir û wê li Stasyona Glostrûpê bi dawî bibe.
Di roja duyemîn de jî wê ji Stasyona Glostrûpê saet di 10:00 de destpê bike û saet di 13:00 de li Vesterbro Torvê xwe bigihîne girseya gel a li bendê. Çalakger wê ji vê derê heta Radshûspladsenê bimeşin û çalakiya xwe bi mîtîngekê bi dawî bikin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê bi daxuyaniyekê banga beşdariyê li Kurdistaniyan kir.