Li Bochûmê komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin
Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li bajarê Elmanya Bochûmê bi meşekê hat şermezarkirin.
Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li bajarê Elmanya Bochûmê bi meşekê hat şermezarkirin.
Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li bajarê Elmanya Bochûmê bi meşekê hat şermezarkirin. Meş ji aliyê saziya KOMAW'ê ve hat organîzekirin. Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî destek dan meşê û çalakî bi beşdariya 1500 kesî pêk hat.
Girseya gel di kolanên herî qelebalix ên bajêr de meşiya, lê komeke faşîst êrîş kir.
Polîsên Elman jî li şûna ku pêşî li êrîşkaran bigire, Kurd hedef girtin. Vê yekê rê li ber nerazîbûna girseyê vekir.
Meşa ku bênavber dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan", "Merkel fînanse dike, Erdogan bombe dike" hatin qîrîn, piştî mîtîngê bi dawî bû.