Meşa dirêj a ciwanan ji aliyê polîsê Elman ve hat qedexekirin

Meşa ciwanên Kurdistanî ya li Rastattê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Meşa dirêj a ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, di roja pêncemîn de rastî astengiya polîsan hat.

Ciwanên ku duh rastî provokasyona faşîstan hatin, xwestin meşa xwe li Meydana Raststatt Marktêb idomînin. Ciwanên saet di 08:00 de li meydanê li hev civiyan, rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan anonsên ji bo terikandina meydanê kirin û dan xuyakirin, ku wan meşa dirêj qedexe kirine.

Polîs amadekariya êrîşê kirin. Ciwanan helwesta polîsan protesto kirin. Li meydanê niha bi sedan ciwan hene. Bernameya ciwanan wê li bajarê Lahrê bidome.