Di Civata Giştî ya DÎSK'ê de Soylû yê AKP'ê ji ber komkujiya Cizîrê hat protestokirin

Wezîrê Ewlekariya Civakî û Xebatê Suleyman Soylû yê tevlî Civata Giştî ya DÎSK'ê bû, dema ket hundirê salonê kedkaran dirûşmên 'Destên dirêjî Cizîrê dibin wê bişikên' û 'Kujer dizek Erdogan' qîriyan. Soylû bi lez û bez ji salonê derket.

15. Civata Giştî ya Asayî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li Green Park Hotelê ya li Pendîk a Stenbolê destpê kir. Tevî delegeyan, gelek mêvan ji nava welêt û derveyî welat tevlî bûn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û Wezîrê Ewlekariya Civakî û Xebatê Suleyman Soylû jî tevlî civatê bûn.

Delege dema ketin hundirê salonê dirûşmên 'Dizek kujer Erdogan' qîriyan. Bi her zimanê li civata giştî sirûdên berxwedanê hatin xwendin.

Dema Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ket hundirê salonê dirûşmên 'Bijî biratiya gelan' û 'Bi hevgirtinê re em ê bi ser bikevin' hatin qîrîn. 

Gava Wezîrê Ewlekariya Civakî û Xebatê Suleyman Soylû ketin hundirê salonê delegeyan û karkeran dirûşmên 'Dizek kujer Erdogan', 'Bijî berxwedana Kobanê', 'Destên dirêjî Cizîrê dibin wê bên şikandin' qîriyan. Soylû derbasî cihê jê re hat veqetandin bû û bi destê Kiliçdaroglû girt, lê neçû cem Demîrtaş.

Dema Soylû li şûna xwe rûnişt, protestoya karkeran zêdetir bû. Karkeran bi yek dengî dirûşma 'Bila kujer derkevin derve' qîriyan. Bi zêdebûna protestoyan Soylû ji neçarî salona civata giştî terikand.