BI DÎMEN

Li Elmanya û Fransayê komkujiya li Cizîrê hat şermerzarkirin

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdisatnê komkujiyan dike, didomin. Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya û Fransayê dijîn xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derketin û lenet li AKP'ê anîn.

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdisatnê komkujiyan dike, didomin. Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya û Fransayê dijîn xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derketin û lenet li AKP'ê anîn.

WÛPPERTAL: Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Wûpperatlê, di 11'ê Siabtê saet di 18:00 de li ber Cîty Arkadenê çalakiyek organîze kir. Girseya gel a li vir li hev civiya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girt û dûre dest bi meşê kir. Çalakgerên bi qîrîna dirûşmeyan li nava bajêr geriyan, careke din li Cîty Arkadenê vegeriya û daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûpperatlê Savci Azar axivî û diyar kir, ku li Kurdistanê qirkirin û pêkanînên li dijî mirovahiyê hene. Azar banga xurtkirina têkoşînê li hemberî vê hovîtiyê kir.

FRANKFÛRT: Li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi mîtîngekê ku bi sedan Kurdistanî lê amade bûn, terora AKP'ê şermezar kir. Endamê Navendê Eyup Cizîrî li vir peyivî û anî ziman ku Kobanê, Cizîr û Sûr jî wê bi ser bikeve. Di mîtîngê de ji bo meşa sibe ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hat kirin.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê jî, di gala yek ji mezintirîn Festîvala Fîlman a cîhanê Berlînale de, komkujiyên li Kurdistanê hatin protestokirin. Komek ji deh kesan, dema lîstikvan û derhêner li ser xaliya sor dimeşiyan, dowîzên li hemberî komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike vekir û dirûşme qîriya. Organîzatorên festîvalê jî dan xuyakirin, ku ew destekê didin çalakiyê û dest li çalakiyê wernedan. Lê polîsê Berlînê bi kêfî dest li çalakgeran weerdan û ew kirin binçavan.

MARSÎLYA: Kurdistaniyên li bajarê Fransa Marsîlyayê dijîn duh êvarê li ber Walîtiya Marsîlyayê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî AKP'ê dan. Wezîra berê parlamentera partiya desthilatdariyê Marîe-Arlette Carlottî jî destek da vê çalakiyê.

...