Komkujiya Cizîrê li Wûppertalê hat şermezarkirin
Di serî de komkujiya li Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ji aliyê endamên Mizgefta Ehmedê Xanî ve li bajarê Elmanya Wûppertalê hatin şermezarkirin.

Li Wûppertalê, piştî nimêja Înê ya li Mizgefta Ehmedê Xanî ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, civat ber bi Cîty Arkadenê ve meşiya.
Girseya gel li kolanên herî qelebalix ên bajêr meşiya û dirûşmên "Kujerê zarokan Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Terorîst Tirkiye", "Terorîst Erdogan" qîriya.
Hevserokê Mizgefta Ehmedê Xanî Yadîn Atabey li vê xwepêşandanê axivî û anî ziman ku ew komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, şermezar dikin. Atabey got, "Komkujiyên AKP dike êdî sînor derbas kiriye. Li dijî komkujiyên li gelê Kurd tên kirin, em çalakiyê lidar dixin. Ji bo teşhîrkirina komkujiyên dewleta Tirk em dimeşin û mîtîngê pêk tînin."
Piştî axaftina Atabey, belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hat xwendin û piştre girse belav bû.