Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin, bi berxwedana mûezem a Ocalan a li hemberî tecrîd û her şêwe êrîşên dijwar re hat pûçkirin. Ocalan di nava dema li Girava Îmraliyê tê ragirtin de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk ket nava hewldanên berfireh. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku li erdnîgariya Tirkiye û Rojhilata Navîn pirsgirêka sed salî ye, Ocalan pêvajoya diyalog û muzakereyê (pêvajoya çareseriyê) da destpêkirin. Di çarçoveya vê pêvajoyê de di sala 2014'an de di navbera Ocalan, heyetê û rayedarên dewletê de pêl bi pêl hevdîtin hatin kirin. Ocalan di van hevdîtinan de, pêvajoya ku gelek caran xitimî û hat ber qutbûnê, rizgar kir. Heyeta Îmraliyê ku di sala 2014'an de 14 caran çû Girava Îmraliyê, bi çûn û hatina navbera Îmrali, Qendîl û Enqereyê re, ji bo çareseriya demokratîk û bi rêbazên aştiyane ya pirsgirêkê, rol lîst. Piştî her rewşa xitimandî ya lêgerînên diyalog û muzakereyê, Ocalan tevî tecrîda giran û derfetên kêm jî, dest li rewşê werda û bi van hewldanên xwe re timî pêvajo ji nû ve dixist ser rê.
Di vê navberê de li Tirkiyeyê hilbijartinên Serokkomariyê pêk hat û Serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan weke Serokkomar hat hilbijartin. Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yê li şûna Erdogan hat wezîfedarkirin, hikûmeta 62. ava kir. Di vê çarçoveyê de li şûna Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay ê ji pêvajoyê berpirsyar, Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan hat wezîfedarkirin.
SERHILDANA 4 ROJAN DEWAM KIR Û MESAJA OCALAN
Werçerxek pêvajoyê di sala 2014'an de şerê li Rojava û polîtîkaya desthilatdariy AKP'ê ya di vî warî de bû. Her çend Ocalan, rayedarên KCK'ê û HDP'ê dan xuyakirin ku rewşa li Rojava ji pêvajoyê ne cuda ye jî, AKP'ê bi siyaseta xwe ya kirêt re destketiyên gelê Kurd ên li Rojava hezm nekir û li pêş çavên cîhanê hevkarî bi dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê re kir. Polîtîkayên AKP'ê yên ji bo têkçûna Kobanê û daxuyaniya Serokkomar Erdogan di dema êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê de ku gotibû 'Kobanê li ber ketinê ye' sebra gelê Kurd fûrand. Ev yek bû sedema rabûna serhildanê û ji 6'ê Cotmehe heta 10'ê Cotmehê li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê gel rabû serhildanê. Tansiyona çalakiyan bi mesaja Ocalan a bi rêya Hevseroka Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re şand, hat xistin. Piştî hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya 21'ê Cotmehê, daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku ji 15'ê Cotmehê û pê ve 'pêvajoya çareseriyê' ketiye qeonaxeke nû û ji bo derbasî muzakereyan bê kirin, divê xebateke bi lez were meşandin.
OCALAN JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ PÊŞNÛMEYEK JI 4 XALAN AMADE KIR
Di çarçoveya pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de nîqaşên li ser Sekreterya, berfirehkirina Heyeta Îmraliyê, çavê sêyemîn û Heyeta Çavdêriyê dewam dikir. Li Heyeta Îmraliyê ya ji Îdrîs Balûken, Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat Hatîp Dîcle û Ceylan Bagriyanik jî bi cih bûn. Ji bo diyalog derbasî muzakereyê bide dîplomasî û hevdîtineke xurt hat meşandin. Di vê çarçoveyê de Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşnûmeyek ji 4 serenavan amade kir. Ev pêşnûmeya di 30'ê Mijdarê de hat amadekirin ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve hat eşkerekirin.
EM LI ERAFÊ DISEKININ
Di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi pêşengiya Ocalan di Newroza 2013'an a li Amedê de hat destpêkirin û di sala 2014'an de bi trafîka hevdîtinan dewam kir de, her tişt gav bi gav hat nirxandin. Ocalan di 11'ê Çileya 2014'an de ji Heyeta DBP-HDP'ê re şertên 'Muzakereya Watedar', 'Desteya Şopandinê' û 'Aliyê Hiqûqî' parve kir. Ocalan der barê rêveçûna pêvajoyê de jî ev nirxandin kir: "Asta ku ev pêvajoya me ji bo bidestxistina encameke dîrokî dane destpêkirin gihaştiye, dikarim bi vî rengî pênase bikim: Eger şer dojeh be, aştî jî bihuşt e. Me lingekî xwe ji nava dojehê derxist, ji bo lingê xwe yê din jî jê derxînin, astengî hene, lewma em li erafê ne." Hevdîtinên navbera Ocalan û heyeta DBP-HDP'ê dewam kir. Di van hevdîtinan de Ocalan xwest çarçoveyeke qanûnî ji pêvajoyê er were danîn û ji ro reveçûna pêvajoyê diyar kir ku di 8 serenavna de komîsyon werin avakirin û parlament bi lez û biez bikeve dewrê.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken di daxuyaniya li ser pêvajoyê de ragihand, ku rêveçûna pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin, bi 3 gavan ve girêdayî ye û ji bo vê jî işaret bi bingeha qanûnî, mercên muzakereyê yên Ocalan û Desteya Şopandinê kir.
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay di 25'ê Hezîranê de daxuyaniyek da û da zanîn, ku wê di nava rojek du rojan de pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ya pêvajoya çareseriyê bixin rojevê.
OCALAN JI BO ROJAVA BANGA SEFERBERIYÊ KIR
Piştre 'Pêşnûmea Qanûna Çarçoveyê' ya di 2'ê Tîrmeha 2014'an de ji bo zemîna qanûnî ya pêvajoyê hat amadekirin, li Komîsyona Karên Navxweyî hat nirxandin. Di 10'ê Tîrmehê de Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Amedê ya Serbixwe Leyla Zana li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir. Onder diyar kir ku Ocalan bal kişandiye ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava û gotiye, 'Êrîşên xwînxwarî yên li hemberî Rojava û Kobanê bi ti awayî nayên qebûlkirin. Di serî de gel, ciwan û saziyên me ez bang li hemû hêzên demokratîk dikim, ku li hemberî van çeteyên mirinê, ji bo parastina rûmeta xwe ya neteweyî seferber bibin.' Di heman rojê qanûna çarçoveyê li meclîsê hat nirxandin û qebûlkirin.
OCALAN: HÊZÊN DESTEKÊ DIDIN DAIŞ'Ê WÊ JI VÊ YEKÊ ZERARÊ BIBÎNIN
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç di 21'ê Tîrmehê de çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re kirin. Ocalan di vê hevdîtinê de ragihand ku ew ê heta dawiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo azadiya gelê Kurd têbikoşe û destnîşan kir, ku hêzên destekê didin DAIŞ'ê wê di dema pêş de ji vê zerarê bibînin. Piştî hilbijartinên Serokkomariyê, roja 24'ê Tebaxê, heyeta HDP'ê li dû hevdîtina li Îmraliyê ji bo bi rayedarên KCK'ê re rûnê çû Qendîlê. Ji heyetê Îdrîs Balûken da xuyakirin ku heyeta KCK'ê ji bo 'pêvajoya çareseriyê veguhere muzakereyên mayînde diyar kiriye, divê 'paketa pîvanan û nexşerê' bê zelalkirin.
Kobanê, piştî êrîşên 134 rojan di 26'ê Çileyê de ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve hat azadkirin.
DIJMINATIYA LI KURDAN, TEVÎ 'RUHÊ EŞME' JÎ DEWAM KRI
Di 4'ê Sibata 2015'an de, tevî hevdîtinên dihatin kirin jî, AKP'ê ji aliyê din ve di bin navê 'Paketa Ewlekariya Hundirîn' de pêşnûmeyek erka bê sînor dide leşker û polîsan xist rojeva Meclîsê. Pêşnûme di nava demeke kurt de bû qanûn.
Tevî dewamkirina hevdîtinan û derxistina vê paketa li dijî ruhê pêvajoyê, li aliyê din Tirba Suleyman Şah bi kontrol û desteka YPG'ê re li gundê Eşme yê Kobanê hat bicihkirin, ku Ocalan piştre ev yek weke 'ruhê Eşme' pênase kiribû. Lê belê ev yek jî li pêşiya dijminatiya Erdogan û AKP'ê ya li Rojava û Kurdan nebûbû asteng. AKP'ê, tevkariya YPG'ê ya di operasyonê de înkar kir û îdîa kir ku di vê operasyonê de ji kesî alîkarî negirtiye. Heyeta Îmraliyê jî ji bo li ser pêvajoyê hevdîtinan bike, çû Qendîlê.
PÊVAJOYA DÎROKÎ YA OCALAN EW GIHAND DOLMABAHÇEYÊ
Heyeta Îmraliyê ya 9'ê Sibatê û piştre bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re du caran hevdîtin kir û piştre çû serdana Qendîlê, bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û rayedarên heyeta dewletê re li Qesra Dolmabaheçeyê daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniyê de 10 xal hatin eşkerekirin. Daxuyaniya hevpar a Heyet Îmraliyê û heyeta dewletê ya bi pêşengiya Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, li Ofîsa Dolmabahçe ya Serokwezaretiyê di 28'ê Sibatê de hat dayîn. Di civînê de Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, ji aliyê hikûmetê ve jî Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Wezîrê Karên Hundir Ekan Ala amade bû. Di daxuyaniyê de Onder axivî, 10 xalên ji bo çareseriyê eşkere kir. Ev her 10 xal bi vî rengî bû:
1 - Divê naveroka siyaseta demokratîk were nîqaşkirin.
2 - Pênasekirina aliyên herêmî û neteweyî ya çareseriya demokratîk.
3 - Temînatên demokratîk û qanûnî yên welatîbûna azad.
4 - Têkiliya siyaseta demokratîk bi dewlet û civakê re û serenavên têkildarî sazîbûyîna vê.
5 - Aliyên sosyoekonomîk ên pêvajoya çareseriyê.
6 - Di pêvajoya çareseriyê de, têkiliya navbera demokrasî û ewlekariyê bi rengekî sîstema cemaweriyê û azadiyan diparêze, bê nirxandin.
7 - Temîmnat û çareseriyên qanûnî yên pirsgirêkên jinê, çand û ekolojîk.
8 - Pênaseya nasnameyê û ji bo naskirina wê, afirandina feraseta demokratîk a piralî.
9 - Pênasekirina komara demokratîk, welatê hevpar û milet bi pîvanên demokratîk, di nava sîstema demokratîk de ewlekirina wê bi qanûn û destûra bingehîn re.
10 - Ji bo vehewandina van hemû pêngav û veguherînên demokratîk, destûreke bingehîn a nû bê amadekirin.
Hat ragihandin ku ji bo bicihanîna van hemû xalan, rewşeke bêşer a zexmkirî pêwîstiyeke û hat gotin, 'Ji her demê bêhtir em nêzî aştiyê ne, lewma yên di vê oxirê de kedê bidin û didin, em hemû hêzên demokrasiyê silav dikin. Pîroz be."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan jî di axaftina xwe de ragihand ku ew gihaştine qonaxeke girîng û ji bo bêçalakîtiyê, derketina pêş a rêbaza siyaseta demokratîk, ew vê daxuyaniyê girîng dibînin. Akdogan anî ziman ku ew bi biryar in pêvajoyê bi ser bixîniin û destûra bingehîn a nû jî ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn û kronîk weke firsendekê dibînin.
Piştî eşkerekirina mutabaqatê Serokwezîr Davûtoglû daxuyaniyek da û ev mutabaqat weke "Qonaxeke nû ya pêvajoya çareseriyê" pênase kir.
DIJBERIYA ERDOGAN A LI PÊVAJOYÊ DIJWAR BÛ
Tevî hemû hewldan û nêzîkatiya bi niyeta baş a Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, her wiha tevî hemû gavên ji aliyê KCK'ê ve hatin avêtin jî, Serokkomar Erdogan di merasîma Xelatên Aboriyê ya 15'ê Adarê li Elezîzê hat lidarxistin de got, "Niha radibin rûdinên dibêjin pirsgirêka Kurd. Çi pirsgirêka Kurd çi hal. Êdî tiştekî wiha nîne. Çi yê te kêm e? Ji te Serokwezîr derket, wezîr derket. Tu di nava TSK de heye. Hînê tu çi dixwaze?" Bi vê daxuyaniya xwe re nîşan da ku ew ne alîgirê çareseriyê ye. Piştî ku Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de got 'Em ê te nekin serok', Serokkomar Erdogan bi temamî helwestek li dijî pêvajoya çareseriyê nîşan da û ev helwesta xwe dijwar kir. Di vê navberê de Akdogan da xuyakirin, ku xebatên li ser Desteya Şopandinê dewam dkin, ev deste wê ji 5-6 kesan pêk were û nav jî hatine diyarkirin. Dema Akdogan ev daxuyanî da, heman rojê di 18'ê Adara 2015'an de Heyeta Îmraliyê bi hemû endamên xwe re ji bo hevdîtina bi Ocalan re çû girava Îmraliyê.
Piştî vê hevdîtinê, Ocalan ji Newroza 2015'an re mesajek şand û li pêşberî şahidiya bi mîlyonan mirovan da xuyakirin, ku piştî 10 xalên hatin eşkerekirin ketin meriyetê, ji bo diyarkirina taktîk û stratejiya nû ya civakî û siyasî ya li gorî ruhê dema nû, girîng e PKK kongreya xwe bicivîne.
TECRÎDA LI SER OCALAN Û ÎLANA ŞER A LI DIJÎ GELÊ KURD
Tevî vê rêveçûna pêvajoyê, AKP, dewleta Tirk û Artêşa Tirk ji bo xerakirina pêvajoyê, sabotekirin û têkbirina agirbestê, mîna her carê di vê demê de jî ket nava hewldanan. Di 5'ê Nîsana 2015'an de Heyeta Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Ocalan ji bo derbasbûna muzakereyê destnîşan kir ku şert e Desteya Şopandinê bê avakirin û xwest, eger Heyeta Şopandinê ne bi wan re be, neyên hevdîtinê. Piştî hevdîtina 5'ê Nîsanê, dewletê êdî destûr neda Heyeta Îmraliyê biçe giravê. Ji roja hevdîtina bi Ocalan re hatiye astengkirin û vir ve, AKP û dewleta Tirk konsepteke înkar û tinekirinê ya topyekûn li hemberî gelê Kurd xistiye meriyetê û li bajarên Kurdan kokujiyan dike. Tevahiya raya giştî bû şahid ku Erdogan û AKP'ê bi xwe ragihand ku pêvajo sekinandine û mase qelibandine. Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare bi parêzerên xwe re, ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve nikare bi malbata xwe re û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî nikare bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtinê bike.
Sibe: Bi endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken re hevpeyvîna li ser pêvajoya komployê û hevdîtinên li Îmraliyê.