AKP heyfa têkçûnê hiltîne: 8 girtî, 20 binçavî

Operasyonên qirkirina siyasî li Şirnex, Riha, Agirî û Edeneyê dewam kirin.

AKP/Qesr, bi êrîş û komkujiyan dike nake nikare bi gelê Kurd, bi girtin û binçavkirinê hewl dide bitepisîne. Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Şirnex, Riha, Agirî û Edeneyê de 8 kes hatin girtin, 20 kes jî hatin binçavkirin.

ŞIRNEX

Hevserokê HDP'ê yê navçeya Şirnex Qilabanê Mesût Paksoy ê ji aliyê tîmên taybet ve di serdegirtina malê de hat binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, derxistin pêşberî dozgeriyê. Dozgeriya Tirk bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" ji bo bê girtin Paksoy sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi heman hincetê biryara girtina wî da û ew şand Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.

RIHA

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 2 roj berê leşkeran endamê meclîsê Abdi Gumuş û Serdar Tekinalp û welatiyên bi navê Îsa Tekin, Tahsin Erdem, Fidel Gumuş û Mehmet Tavas binçav kirin. Şevê din 6 kesên hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî der barê 6 kesan de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" xwestin bên girtin û sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi heman îdîayê der barê 6 kesan de biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê. 

AGIRÎ

Li navçeya Agirî Giyadîê, Hudeyda Peker ku li taxa Golê di serdegirtina malê de hat binçavkirin, piştî rakirina li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriya Tirk piştî îfadeyê ji bo girtinê ew sewqî dadgehê kir, û dadgehê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" girt û Peker şan Girtîgeha Tîpa Me ya Agirî.

EDENE

Li navçeyên Edene Seyhan û Yuregîrê, polîsên Tirk tevî helîkopteran danê vê sibehê avêtin ser gelek malan û zarok jî di nav de 20 kes binçav kirin. 20 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.