Li Stenbolê şer: Polîsên Qesrê gule li jineke sivîl reşandin

Li Sultangaziyê di navbera çeteyên Qesrê û ciwanan de şer derket. Çeteyan jina bi navê Pinar Gemsiz, bi guleyê ji zikê wê birîndar kirin.

Li taxa Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê di navbera Înîsiyatifa Ciwanên Şoreşger/Însiyatifa Jinên Ciwan ên Şoreşger û çeteyên Qesrê de şer derket. Di şer de çeteyan li kolana Mîllet, jina ciwan a bi navê Pinar Gemsiz ku li hewşa mala xwe li derve temaşe dikir ji zikê xwe birîndar bû. Çeteyên ku Gemsiz birîndar kirin, ji maşîna zirxî daketin û kovikên guleyan kom kirin. Jina birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gaziosmanpaşayê.

Şerê li taxê di nava kolanan de didome.