CRA: Di nava 15 rojan de 8 rojnamevan hatin binçavkiri, 5 hatin girtin

CRA diyar kir, di nava 15 rojên destpêkê yên meha Gulanê de 8 rojnamevan hatine binçavkirin, 5 jê hatine girtin û 4 jî di binê çavan de îşkence li wan hatiye kirin.

Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA), li ser êrîş, binpêkirina mafan, binçavkirin, girtin û pêkanînên sansurê yên di nava 15 rojên meha Gulanê de qewimîn, raporek amade kir. 

Di destpêka raporê de hat ragihandin, rojnamevan bi dayîna agahiyên rast berpirsyar in û hat gotin, "Li Tirkiyeyê, rojnamevanên berpirsyariyên xwe yên însanî û pîşeyî bi cih tînin, tên binçavkirin û girtin. Gef li wan tên xwarin û dibin hedefa êrîşan. Malperên nûçeyan yek bi yek tên astengkirin, sansurkirin. Bi taybetî, ev binpêkirinên mafên mirovan bi dijwarbûna şer ve zêde bûn. Rojnamevanên ku zext, neheqî û bêhiqûqiya dewletê ya li hemberî gel dinivîsînin û parve dikin, rastî zexteke giran tên. Bi tenê 15 rojên destpêkê yên meha Gulanê nîşan didin ku li Tirkiyeyê zexteke bi çi rengî li çapemeniyê tê kirin. Li welatekî, eger zext li çapemeniyê tê kirin, wê çaxê binpêkirina mafên mirovan jî di asteke bilind de ye."

Di agahiyên di raporê de hatin dayîn; di nava 15 rojên meha Gulanê de 8 rojnamevan hatin binçavkirin, 5 rojnamevan hatin girtin, 4 rojnamevan jî di binê çavan de rastî îşkenceyê hatin.

2 rojnamevan di dema şopandina nûçeyê de rastî şîdetê hat û gef li 2 rojnamevanan hat xwarin. 3 rojnamevan bi rengekî kêfî hatin astengkirin. 3 rojnamevan bûn hedefa êrîşê. 7 rojnamevan ketin ber lêpirsînê. Li hemberî 4 rojnamevanan 3 doz hatin vekirin. 6 rojnamevan hatin cezakirin.

Malpereke nûçeyan 3 caran hat sansurkirin. Weşana qenaleke televîzyonê hat astengkirin. 5 caran qedexeya weşanê hat ragihandin. 4 organên çapemeniyê hatin qedexekirin. Di nava vê demê de 2 rojnamevan ji kar hatin derxistin.