Li Marsîlyayê çalakiya standê ya TEV-ÇAND'ê

Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya Marsîlyayê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda şidandî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya standê kir.

Çalakî li meydana Vîeûx Port a li navenda bajêr bi muzîk û pêşangeha wêneyan hat destpêkirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin. Fransiyan eleqeyeke zêde nîşanî pêşangehê dan.

Berdevkê Meclîsa TEV-ÇAND'ê Cuneyt Kartal têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û got, "Roj roja xwedîdeketina li Rêbertî ye. Em li Ewropayê jî bin, dilê me timî li Kurdistanê lê dide."

Kartal da xuyakirin, ku ew ê her du hefteyan carekê standê vekin û di navbera 18-20'ê Gulanê de li ser mijarên dîroka Kurdistanê û rewşa Kurdên li derveyî welat dijîn, çalakiyan lidar bixin.