Ji bo gerîlayê HPG’ê Topçû li Marîgnanne sersaxî û mewlûd

Ji bo gerîlayê HPG’ê Kamûran Topçû (Agir Kop) ê li gundê Xînzor ê girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê 5’ê Gulana 2016’an di şerê bi hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Marîgnanne sersaxî hatin qebûlkirin û mewlûd hate dayîn.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Kamûran Topçû (Agir Kop) ê di şerê li navçeya Gimgim a Mûşê de 5’ê Gulana 2016’an di şerê bi hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Marîgnanne ya girêdayî bajarê Masîlyaya Fransayê ji bo 4 rojan şîn hate danîn. Piştî sersaxiya ku ji aliyê Kurdistaniyan bi awayekî zêde hat ziyaretkirin, mewlûd hate dayin.

Piştî mewlûda Kurdî hate xwendin, Azad Şirnexî axivî û got: “Her canê me yê ku di vê merheleya dîrokê de dikeve axê peyamekê ji me re dihêle. Îro, zanebûna wateya şehadeta wan tiştekî li me ferz dike. Ew jî mezinkirina têkoşîna wan e. Bi ti awayê din jî wateya xwe nîne.”

Li ser navê malbata gerîlayê HPG’ê Kamûran Topçû jî kurap Fesîh Topçû got: “Şehîd, şehîdê me hemûyan e. Ev çend roj in gelek mirovên ku em hev nanasin hatin vir, êşên me parve kirin. Şehîd, şehîdê her kesên ku vê êşê parve dike, hîs dike ye. Serê me hemûyan sax be.”

Piştî axaftinan, xwarin hate danîn û mewlûd bi dawî bû.

...