AKP, ku ji bo qebûlkirina guhertina Destûra Bingehîn a li ser rakirina destnedanê li Meclîsê terorê dimeşîne, tehemûlî şerha mûxalefetê ya HDP'ê jî nake.
Şerha mûxalefetê ya parlamenterên HDP'ê yên endamên Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsê, ji aliyê AKP'ê ve hat sansurkirin. Gotinên "komkujî, erdnîgariya Kurdan, komkujiya sivîlan, gerîla, Birêz Ocalan, înfaz, amadekariya şer a hikûmeta demî" ên di şerha mûxalefetê de cih digirin, hatin derxistin. Tevî êrîş û qirkirina li hemberî gelê Kurd, AKP'ê tehemûlî şerha mûxalefetê ya gotinên, qirkirina gelên Ermenî, Rûm, Asûrî-Suryanî jî nekir.
Di şerha mûxalefetê de, ji nava gotina, "Piştî Ermeniyan, derxistina hemû parlamenterên xeyrîmuslim ji Meclîsê û ji nava siyaseta aktîf, derxistina wan ji nava civakê bûye nîşana rûdana gelek komkujiyan" peyva "komkujî" hat sansurkirin.
Temamiya gotina "Bi mubadeleya piştî qirkirina Ermenî, Rûm, Asûrî-Suryanî ya 1915'an ve, civak kirine yek tîp, polîtîkaya kûr a asîmîlasyon û înkarê li hemberî her eksên ne Tirk û ne Misilman hatiye meşandin" ji aliyê AKP'ê ve hat sansurkirin.
Di gotina "Di her pêvajoyê de dervehiştina parlamenterên Kurd ji parlamentê, hem berê dewletê daye karên îllegal, hem jî li erdnîgariya Kurdan rê li ber hin îsyanan vekiriye" de peyva "erdnîgariya Kurd" hat derxistin.
Di dewama şerha destnedanê de gotinên "Yek ji îsyanên Kurdan ên dema dawî PKK", "Birêz Ocalan", "Amadekariya şer a hikûmeta demî", "gerîla", "komkujiya sivîlan" a têkildarî komkujiya Zergelê hat bikaranîn, "Şerekî qirêj" û "înfaz" a têkildarî înfaz û girtina siyasetmedaran hat bikaranîn, ji aliyê AKP'ê ve nehatin tehemûlkirin.