Li Sydneyê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Di bîranîna ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve kesayeta Hozan Mizgîn hate lidarxistin de hemû şehîdên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Bi sirûda “Ey Reqîb” re deqeyek rêz hate girtin. Di bîranînê de Hevseroka NCKD’ê Bengajîn Dêrik axivî.

Nûnerê KNK’ê yê Sydney Îsmet Taşdan jî axivî û wiha got: “Bi girêdana me ya bi şehîdan, têkoşîna ku ji me re weke mîras hiştine divê hê zêdetir em bilind bikin.”

Taşdan diyar kir ku çawa bi ruhê Kobanê têkoşiyane, îro jî bi ruhê Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Şirnexê divê gel yekgirtî tevbigerin. Taşdin destnîşan kir ku îro çi ji destê kê tê divê pêk bîne.

Piştî  li ser navê Meclîsa Jinan Necla Çiya jî axivî, muzîk hate guhdarkirin. Hunermend Xanemîr û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Aktîvîte bi pêşandana sînevziyonê bi dawî bû.

...