Malbatên Pirsûsê Goristana Gazî ziyaret kirin

Malbatên Pirsûsê, gorên li Gazî yên bûn hedefa polîsan ziyaret kirin, gul çandin û wêneyên şehîdên Pirsûsê li şûna wan bi cih kirin.

Malbatên Pirsûsê, gorên şehîdan ên li Goristana Gazî yên ji aliyê polîsan ve hatin xerakirin ziyaret kirin û gul li ser wan çandin.

Polîsan hefteya derbasbûyî êrîşî gorên şehîdên Pirsûsê Cemîl Yildiz, Îsmet Şeker, Dûygû Tûna û şervanên komunîst Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên li Goristana Gazî kirin û al û wêneyên li ser goran rakiribûn. Polîsên ku tabeleya Şehîdên Pirsûsê rakirin, al û wêneyên li ser gora şehîdên Rojava Azîz Guler û endama DHKPC Gunay Ozarslan bi xwe re biribûn.

Malbatan av li ser gorên zarokên xwe reşandin û wêneyên polîsan rakiribûn, li şûna wan bi cih kirin.