Li paytexta Fransa Parîsê, mîtînga 'dest nede wekîlên min' hat lidarxistin. Di mîtîngê de banga 'em xwedî l vîna xwe derkevin' hat kirin û hat destnîşankirin, ev sîstema zilmê wê têk biçe.
ANF
PARÎS
yekşem, 15 gulanê 2016, 10:07
Li ser banga HDK-Fransa û bi beşdariya gelek saziyan, mîtînga 'dest nede wekîlên min' li paytext Parîsê hat lidarxistin. Mîtînga li meydana Repûblîqûe saet di 15:30 de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Pêkhateyên HDP û HDK'ê, Kovara Oda, Aktît û komeleyên herêman jî destek dan mîtîngê. Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivîn.
Ûlûsoy di destpêkê de mafê axaftinê wergirt û got, "HDP ji ber ku havênê gelan e, dixwazin parlamenterên wê bixin zîndanê. Parlamenter bi icazeta qesrê neçûn Meclîsê, bi destûra gel çûn. Bi keda bi mîlyonan mirovan xwe gihandin wê derê. Ji bo xatirê hin kesan an jî ji bo dilê hin kesan xweş bibe, nabe ku ji wir bên derxistin."
Ûlûsoy destnîşan kir, ku Erdogan daye ser şopa Hîtler, Mûssolînî û Franko û got, "Aqûbeta wan nebaş bû. Îro êrîşî nûnerên gel dikin. Lê belê wê piştre êrîşî hemû hêzên civakî bikin. Em xwedî li vîna xwe derkevin. Çawa ku dîktatorên beriya niha hatin têkbirin, wê dîktatoriya Erdogan jî têk biçe."
SÎSTEMA ZILMÊ WÊ TÊK BIÇE
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî bi silavkirina hemû berxwedêran dest bi axaftina xwe kir û got, "Îro berxwedaneke mezin tê nîşandan. Li hemberî vê berxwedanê, bi rêbaza herî kirêt komkujiya sedsalê tê kirin. Çareya dawî ya dîktatoran, komkujî ye. Tevî ku bajar hatin şewitandin û xerakirin û bi sedan kes bi rengekî zindî hatin şewitandin, berxwedan dewam dike. Çawa ku Amerîka li Vîetnamê çikiya, niha heman rewş li Kurdistanê der bûye. Desthilatdarî di dema xwe ya herî xurt de derizî. Bi sedan mirovên demokrat qetil kirin. Ev yek têkçûna sîstema zilmê ye."
Sariyildiz di dawiya axaftina xwe de got, "Em soz didin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê hêjayî wan bin. Em serdestan hişyar dikin, bi qirêjî nelîzin. Mîna ku Mehmet Tûnç got, em ê canê xwe bidin. Bila gelê me bi me serbilind be."
Mîtîng piştî du saetan bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.