HDK-F ji bo çalakiya 16'ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

Kongreya Demokratîk a Gelan li Fransayê (HDK-F), li dijî hewldana rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî, ji bo çalakiya sibe ya li pêş Konsolosxaneya Tirk banga tevlîbûnê kir.

Kongreya Demokratîk a Gelan li Fransayê (HDK-F), li dijî hewldana rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî, ji bo çalakiya sibe ya li pêş Konsolosxaneya Tirk banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya HDK-F de hat gotin, "Dewleta Tirk a faşîst û nûnerê wê dîktator Recep Tayyîp Erdogan, şerê topyekûn ê li hemberî gelê Kurd, kedkarên Tirkiyeyê û mirovahiyê derbasî nava Meclîsê kiriye û hewl dide destnedana vîna gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ji holê rake."

HDK-F da xuyakirin, ku ew ê mîna duh îro jî rê nedin faşîzmê û got, "Bi dirûşma 'Dest nede vîna me, em ê nehêlin hûn vîna me binpê bikin' em bang li Kurdistanî, gelên Tirkiyeyê û dostên xwe yên li Parîs û derdora wê dijîn dikin ku tevlî çalakiya 16'ê Gulana 2016'an a li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê bê lidarxistin, bibin."