Li Swêdê konferansa "Têkoşîna azadî û wekheviyê ya li Kurdistanê"
Li Swêdê konferansa "Têkoşîna azadî û wekheviyê ya li Kurdistanê" hat lidarxistin. Di konferansê de bal hat kişandin ser êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê û hat destnîşankirin, ku divê dewleta Tirk bê darizandin.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM
şemî, 14 gulanê 2016, 10:53
Alîkara Hevşaredarên Sûrê Nasîde Bûlûttekîn, ji rêveberên Akademiya Jinê ya Amedê Mekiye Ormanci, Enadma Desteya Rêveber a Navenda Lêkolîna Civakî û Siyasî (SAMER) Yuksel Genç, nivîskara T24 Nûrcan Baysal, li ser vexwendina Forûma Çep a Navneteweyî ji bo tevlî konferansê bibin hatin Swêdê.
Konferansa "Têkoşîna azadî û wekheviyê ya li Kurdistanê" li Navenda Perwedeya Karkeran a li Stockholmê pêk hat û bi nîşandana kurte fîlmekî li ser komkujî û operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk li Cizîrê kir, destpê kir.
GENÇ: CESED AVÊTIN NAVA ÇEM
Piştî nîşanada fîlm Yuksel Genç axivî û bibîr xist, ku ji 16'e Tebaxê û pê ve li 7 bajar û 22 navçeyan pêvajoya qirkirinê destpê kir, 63 caran bi giştî 817 rojan derketina derve hat "qedexe"kirin.
Genç da xuyakirin, ku piştî rakirina "qedexeya derketina derve" ya li Cizîrê, 20 rojan destûr ji sivîlan re nehat dayîn ku biçin cih û warên xwe û anî ziman, di nava van 20 rojan de dewletê xirbeyên avahiyên hilweşaniye rakir, tevî van xirbeyan gelek cesed jî avêt nava Çemê Dîcleyê û bi vî rengî hewl da şopa komkujiyê ji holê rake.
Genç diyar kir, 172 jê li sê jêrzemînan 252 kes li Cizîrê hatine qetilkirin, bedena wan hatine parçekirin û got, "Ji 16'ê Tebaxê ve herî kêm 600 kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Her wiha gelek mirovan cenazeyên xizmên xwe yên hatine qetilkirin nedîtine. 102 zarokên emrê wan hînê gelekî biçûk bûn û 99 jin hatin qetilkirin."
'KURDISTAN VEGUHERANDIN KAMPA KOMKIRINÊ'
Genç ragihand, li gorî hejmarên dewletê 355 hezar, li gorî rêxistinên civakî yên sivîl herî kêm 1 mîlyon 377 hezar kes bi zorê ji malên xwe hatine derxistin û mafên wan ên perwerde, tenduristî, xwarin û stargehê ji destê wan hatine girtin. Genç da zanîn, ku dewletê li herêmên "qedexeya derketina derve" hatiye rakirin, qereqol û kûle çê kiriye û got, "Kurdistan veguherandin kampa komkirinê. Weke ku ji van hemûyan tê fêmkirin, rewşeke qirkirinê li holê heye."
Genç destnîşan kirin, ku dewlet di bin navê "cemawerîkirinê" de hewl dide dest deyne ser van herêmên Kurdan û bi bicihkirina Erebên Sûnî û komên din ên etnîkî ve dixwaze demografiya herêmê biguherîne.
Genç got, "Birîn a me ye, em neçar in ji birîna xwe re derman bibînin. Mirovên me naxwazin bibin hewcedarê kesên ev tişt anîne serê wan. Pêwîste ji mirovên li Ewropa û welatên din destekeke xurt were dayîn, bi xurtî tevlîbûn li Projeya Malbata Bira bê kirin."
Genç herî dawî destnîşan kir ki divê Komîsyona Heqîqetan û Komîsyonên Serbixwe werin avakirin, Erdogan û yên berpirsyar xwe di vê bûyerê de heye di çarçoveya statuya Romayê de ji ber sûcê li dijî mirovahiyê werin darziandin. Û cemawerîkirin-desteserkirin a bi zorê bê sekinandin."
Piştî axaftina Genç, Nûrcan Baysal, Nasîde Bûlûttekîn û Mekiye Ormanci mafê axaftinê wegirtin û operasyonên qirkirinê nirxandin.
Di beşa duyemîn a konferansê de qisekeran bersiv dan pirsên beşdaran.
MEDÎN: DIVÊ CÎHANA ROJAVA BÎRDOZIYA KURDAN BIBÎNE
Di konferansa li bajarê Gavle de jî tevî qisekerên ji Kurdistanê, rojnamevanê Swêdî Jokakîm Medîn ê berxwedana li Kobanê ji aliyê xwe ve ji cîhanê re ragihand û berî mehekê ev berxwedan di pirtûkekê de vegot, axivî.
Medîn welatên Ewropayê û cîhana rojava rexne kir ku bi nêzîkatiyên berjewendîparêz nêzî Kurdan dibin û diyar kir, Ewropa bi tenê aliyê şervanî yê Kurdan dibîne, bîrdozî û nêrîna wan a li pişt vê serketinê naxwaze bibîne. Medîn bang li cîhana rojava kir, ku vê bîrdoziyê bibîne.