Gemsîz a li şaneşîna xwe ji aliyê polîsên Qesrê hate gulebarandin jiyana xwe ji dest da
Pinar Gemsîz a ji aliyê çeteyên Qesrê li şaneşîna mala xwe hate gulebarandin, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gaziosmanpaşayê jiyana xwe ji dest da.
Pinar Gemsîz a ji aliyê çeteyên Qesrê li şaneşîna mala xwe hate gulebarandin, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gaziosmanpaşayê jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê di navbera Înîsiyatifa Ciwanên Şoreşger/Însiyatifa Jinên Ciwan ên Şoreşger û çeteyên Qesrê de şer derket. Di şer de çeteyan li kolana Mîllet, jina ciwan a bi navê Pinar Gemsîz ku li hewşa mala xwe li derve temaşe dikir ji zikê xwe birîndar bû. Çeteyên ku Gemsîz birîndar kirin, ji maşîna zirxî daketin û kovikên guleyan kom kirin. Jina bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gaziosmanpaşayê, jiyana xwe ji dest da.
Xizmên Gemsîz li hewşa nexweşxaneyê bi Kurdî lorikên dilsoj gotin.