‘Ji girtiyê nexweş Ergîn Aktaş re azadî’
Di çalakiya Stenbolê ya ji bo girtiyên nexweş de ji bo Ergîn Aktaş ê di hucreya yekkesî tê ragirtin, azadî hat xwestin.

Endamên Komîsyona Girtîgeha ya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê (Komaleya Mafên Mirovan) ji bo balê bikşînin ser tecrîda li girtîgehên tîpa F û dîsa balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 216. a çalakiya “Rûniştina F” de li ber Lîseya Galatasarayê kom bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de ji girtiyên nexweş re azadî hate xwestin, dirûşmeyên “Girtiyên Nexweş Serbest Bên Berdan”, “Dawî Li Êşkenceya Tecrîdê Bînin” û “Ji Ergîn Aktaş Re Azadî” hatin berzkirin.
Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku tevî Saziya Tiba Edlî der heqê wî de 3 caran rapora “Nikare li Girtîgehê bimîne” da jî nehatiye tehliyekirin, ji Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê sirgûnî Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîr hate kirin. Tevî her du destên wî jî nînin, ew xistin hucreya yekkesî.