Komeleya Elewiyan a Demokratîk li Toûloûse şeva piştgiriyê lidar xist

Komeleya Elewiyan a Demokratîk a li bajarê Fransa Toûloûse, şevek piştgirtiyê lidar xist.

Şeva piştgiriyê ya li salona Salle Barcelona hat lidarxistin, bi gulbanga Pîr Riza Yagmûr destpê kir.

Yagmûr piştî gulbangê axivî û diyar kir, AKP'ê li hemberî Elewiyan şer îlan kirine. Yagmûr bal kişand ser taybetmendiya berxwedêriya Elewiyan a li hemberî zaliman û destnîşan kir, ku Elewî wê têkoşîna xwe bidomîne. 

Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu jî bi rêya telefonê ji beşdarên şevê re axivî û diyar kir, ew li dijî zext û zordariyê ji bo afirandina civakeke azad û siberojên azad têdikoşin.

FEDA û Partîzan jî peyamên nivîskî şand û banga têkoşîna hevpar kirin. Di şevê de piştgirî ji berxwedana li Teroyan hat dayîn.

Dûre Emekçî, Hozan Comert û Cîhan Çelîk bi dorê derketin ser dikê.

...