Cejna zimanê Kurdî li Parîsê bi aktivîteyekê hate pîrozkirin

Li Parîsê cejna zimanê Kurdî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi aktivîteyekê hate pîrozkirin.

Bername di saet 12:00’an de bi şanoya Atolyeya Şanoya Zarokan hate destpêkirin, piştî xwarinê bername bi pêşandana kurtefilman berdewam kir. Piştî hilbijartina Kurtefilmê Kurdî yê “Dondûrma” û şûn de Koroya Zarokan bi helbestên xwe eleqeya her kesî kêşandin ser xwe. Di dawiya bernameyê de li ser ziman axaftin hatin kirin.

Yekem, Zimannas Şevket Dûrmûş axivî û di jiyana mirovan de bal kişand ser cihê ziman, got eger ziman nebe ti tişt nabe û heta ku axaftin jî nabe. Dûrmûş destnîşan kir ku her cure pirsgirêk bi ziman tê vegotin.

Piştre Lêkolînvan Behîce Ferîde Demîr mafê axaftinê girt, behsa rola jinê ya di veguhestina ziman de kir, bal kişand ser di dîroka veguhestinê de rola dengbêjiyê jî.

Herî dawî jî Akademîsyen Sedat Ûlûganda axivî. Ûlûgan da xuyakirin ku rola dengbêjan ya bi kilaman, girîng e û  behsa têkoşîn û berxwedanên demê  kirine.

Di bernameyê de Dengbêj Marûf û Dengbêj Nemrût derketin ser dikê û kilam gotin.

Bername bi xwendina helbestên Kurdî ve bi dawî bû.