Çagla Seven: Ez bi hêza muzîkê hatim ser xwe

Doktor Çagla Seven a di komkujiya li Pirûsê de bi giranî birîndar bû, hewl dide bi muzîkê ve xwe li jiyanê bigire. Seven wê roja Duşemê konsera we ya destpêkê pêk bîne.

Seven, ku bi wêneyê xwe yê piştî komkujiyê bi destê mamoste Gokçe Çetîn girtibû di hişê mirovan de cih girt, wê di 16'ê Gulaan 2016'an de di konsera li salona The Mekan a li Taksîm Beyoglûyê ya bi muzîsyen Gursel Coşkûn re, weke solîst derkeve ser dikê.

Seven ji ANF'ê re qala zor û zehmetiyên xwe kir. Seven wê di vê konserê de strana ji bo Dîcle Delî ya di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, bistirê.

Seven da xuyakirin, ku piştî komkujiya li Pirsûsê meehk li servîsa lezgîn ew bi giştî 7 mehan li Fakulteya Tipê (Çapa) ya Stenbolê a û got, "Bi dehan caran hatim emeliyatkirin. Di encama van emeliyatan de bi gopalan dikarim bimeşim. Lê belê emeliyat û tedawiya min a fîzîkî dewam dikin. Rojên gelekî zor û zehmet jiyam. Rîsk hebû ku lingê xwe yê rastê winda bikim. Her çend ev rîsk ji holê rabû be jî, masûlkeyên lingê min ê rastê hatin girtin û timî bi bikaranîna protez dikarim bimeşim. Ji aliyê derûnî ve jî piştgirî ji min re tê dayîn. Ez terapiyê dibînim. Ji ber ku ji aliyê fîzîkî ve baş rehet nebûme, ji aliyê derûnî ve jî, baş nehatime ser xwe."

Seven diyar kir, tevî van hemû êşên kişandiye û dikişîne, nepirsîna hesab ji berpirsyaran, êşa wê û hêrsa wê zêdetir dike.

JI BO ZAROKAN WÊ TÊKOŞÎN BIDOME!

Seven got, "Em li erdnîgariyeke welê dijîn, ku birina alîkariyê ji bo zarokên mexdûrên şer, dibe sedem ku mirov bibin hedefa kujeran" û ji bo pirsa "ji ber çûyîna Pirsûsê tu poşman e?" ev bersiv da:

"Rêya Kobanê jî mîna rêyên me yên din bû. Yên diviyabû ne li hewşa Navenda Çandê ya Amara bûna, ne em bûn. Ez bi ti awayî ne poşman im. Kêm be jî ji bo rûyê zarokên mexdûrên şer bikenînim, ez ketibûm ser rê. Ji niha û pê ve jî di beşa doktoriya Pedîatrî de jî ez ê di vî warî de bikevim nava hewldanan."

'MIN HÊZA MUZÎKÊ, PIŞTÎ RIZGARIYA JI MIRINÊ FÊM KIR'

Doktor Çagla Seven ku tevî nasnameya xwe ya doktoriyê, aliyekî xwe yê muzîsyeniyê jî heye got, "Ji zarokatiyê ve hez ji stranan dikim. Lê min perwerdeya muzîkê li zanîngehê bi dersên keman û solfejê dît. Hînê didomînim. Piştî ku ji mirinê filitîm, min hêza başkirinê ya muzîkê fêm kir. Bi hêza başkirinê ya muzîkê hatim ser xwe. Ya rast, piştî komkujiyê ez ji gelek tiştan xeyidîm, ji muzîkê jî. Lê belê bi bandora hevalên min û mamosteyên min, min ji nû ve dest bi gotina stranan kir û hewl da bi vî rengî xwe li jiyanê bigirim."

'LI BENDA HER KESÎ ME JI BO TEVLÎ KONSERÊ BIBIN'

Doktor Seven diyar kir, piştî muzîsyen Gursel Coşkûn nas kir wê biryara lidarxistina konserê daye û got, "Dema pêşniyar li min kir ku bi hev re konserê pêk bîne, yekser strana min ji bo Dîcle Delî ya li Enqereyê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da ket bîra min û min yekser qebûl kir."

Seven anî ziman, ku kêm tişt mane di jiyana wê de coş û kelecanê dide wê û got, "Yek ji van jî muzîk e. Bi vê wesîleyê, bîranîna mirovên di komkujiyên Pirsûs û Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, konsera me bêhtir watedar dike. Li benda hatina her kesî me."

...