Li Hambûrgê ji bo mafê îltîcayê meş

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi hezaran kes li ser banga zêdetirî 70 saziyan li hev kom bûn, bi armanca protestokirina qewitandina penaberan meş li dar xistin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi hezaran kes li ser banga zêdetirî 70 saziyan li hev kom bûn, bi dirûşma “Îltîca maf e!Sirgûn sûc e!”  bi armanca protestokirina qewitandina penaberan meş li dar xistin. Meşa li Fîschmarktê saet 13.00’an destpê kir, saet 15.00’an li Munzvîertelê bi dawî bû.

Hevbirên NAV-DEM’ê yên li Hambûrgê jî di meşê de li herî pêş cihê xwe girtin. Li ser navê saziyên Kurd Adalet Sare, Cîhan Fettah û Yavûz Fersoglû axivîn, diyar kirin ku hevpeymanên bi hikûmeta Tirk re ne rast in û destnîşan kirin ku hikûmeta Elman a bi vê pesnê xwe dide jî li pey şaşitiyê ye.

Di daxuyaniyan de hate bibîrxistin ku plansaziya wîze ya mabeyna dewleta Tirk û YE, xizmetê ji planên koçkirinê yên ji Kurdistanê re dike, hate xwestin ku hikûmeta Elman dest ji van hesabên nerast berde.

Di dewama axaftinan de hate xwestin ku qetlîamên li Kurdistanê bêne rawestandin, qedexeya PKK’ê bê rakirin, bêdengiya li hember pêkûtiyên dewleta Tirk bi dawî bibe û NY li dijî vê bibe xwedî helwestek cîdî.

...