Li Lûzern û Bernê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarên Lûzern û Bern ên Swîsreyê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li bajarên Lûzern û Bern ên Swîsreyê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

LÛZERN

Li Lûzernê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê civînek hate lidarxistin. Di bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de Rêberên Şoreşgerên Tirkiyeyî Hakî Karer, Çaran, Mehmet Karasûngûr, Leyla Qasim û di kesayetiya şehîdên Hewlêrê de li beramberî mîrateya şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Di bîranînê de yek ji siyasetmedarên Kurd Orsan Ibî yê ku hevaltî bi têkoşîna yek ji qehremanê pêşeng ê PKK’ê Hakî Karer re kiriye, bîranînên xwe yên wê demê parve kir. Di bîranînê de Îbrahîm Kaypakkaya, Deniz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan jî hatin bîranîn.

Di bîranînê de li ser navê Dayikên Şehîdan û PYD’ê jî axaftin hatin kirin. Bîranîn bi pêşandana sînevziyonê bi dawî bû.

BERN

Li paytexta Swîsre ya Bernê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Di bîranîna ku ji aliyê DEM-KURD hate lidarxistin de gelek kes amade bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin. Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan A.Halîm Dayan axivî. Hevserokê Meclîsa DEM-KURD’ê Mesût Akgul, nûnerên PYD, PJAK û xwarziyê şervanê YPG’ê Seyît Agirî yê ku di berxwedana Rojava a sala 2013’an de jiyana xwe ji dest dabû, Zahîttîn Ateş jî axivî.

Di bîranînê de helberstvanê Rojavayî Mûhammed Efrînî helbesta xwe ya li ser şehîdan xwend. Bîranîn bi temaşekirina sînevziyona  ji dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku li ser şehîdên meha Gulanê hatibû amadekirin ve bi dawî bû.