Demîrel: Em ê li civata giştî bin û mûxalefeta xwe bidomînin

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel da xuyakirin, ku di dema nirxandina pêşnûmeya li ser destnedanê de ew ê li civata giştî ya Meclîsê bin û got, "Em ê mûxalefeta xwe bidomînin."

Demîrel diyar kir, 'Erê'kirina pêşnûmeyê tê wateya erêkirina darbe, guhertina rejîmê û şer û banga 'Neyên lîstika AKP'ê' li partiyên li Meclîsê kir.

Pêşnûme qanûna li ser destnedanê, ku AKP'ê bi rêbaza terorê di komîsyonê de da erêkirin, tê payîn vê hefteyê bikeve rojeva civata giştî ya Meclîsê. AKP a ji bo qanûnîbûna pêşnûmeyê dilezîne, ji ber ku di hefteya bihurî de ji bo erêkirina pêşnûmeyê hejmara têrker peyda nekir, nirxandina pêşnûmeyê ji vê hefteyê re hiştibû.

HDP a ku xwe ji civîna komîsyonê vekişand, wê roja Duşemê bi tevlîbûna koma Meclîsê Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe careke din ji bo nirxandina rewşê bicivîne. HDP'ê di dawiya vê hefteyê de jî civîn lidar xist û pêşniyar û nêrînên gel ên li ser nîqaşên têkildarî destnedanê wergirt.

Cîgira Seroka Koma HDP'ê ya Meclîsê Çaglar Demîrel der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û got, "Em hem di nava organên erkdar ên partiya xwe, hem jî di nava gelê xwe de vê mijarê dinirxînin. Me duh li gelek bajar û navçeyan civînên gel lidar xisitn. Roja Duşemê wê Desteya Rêveberiya Navendî û Koma Meclîsê li hev bicivin û rewşê careke din binirxînin."

Demîrel da xuyakirin, ku di dema nirxandina pêşnûmeyê de ew ê li civata giştî ya Meclîsê bin û got,"Ji bo meşandina siyaseta demokratîk em hatin Meclîsê. Em bi dengên gel hatin hilbijartin. Ji bo çareserkirian pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê em têdikoşin. HDP li Meclîsê hemû gel, bawerî û nasnameyan temsîl dike. Di heman demê de em partiyeke jinan e. Li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr, em têkoşîna azadiya jinê li Meclîsê dimeşînin."

DESTNEDANA AXAFTINÊ NE DI NAV DE, BILA HEMÛ DESTNEDAN WERIN RAKIRIN

Demîrel destnîşan kir, AKP û Qesr hewl didin HDP'ê ji Meclîsê derxînin û bi vî rengî pêşî li meşandina siyaseta demokratîk bigirin. Demîrel bibîr xist, ku ew ne li dijî rakirina destnedanê ne û got, "Em ê pêşniyara xwe ya alternatîf careke din li Meclîsê bilêv bikin. Destnedana axaftinê ne di nav de, em pêşniyar dikin ku hemû destnedan werin rakirin. Em ne li dijî darizandina parlamenteran e. Lê belê rewşa heyî ya dadgeriyê li pêş çavan e. Ew bi xwe dibêjin, dadgerî di destê wan de ye. Di rewşa heyî de dadgerî wê bi tenê li dijî HDP'ê bixebite."

Demîrel ragihand, fezlekeyên li hemberî wan hatine amadekirin, di çarçoveya azadiya raman û vegotinê de ne û wiha dewam kir: "Bi taybetî fezlekeyên parlamenterên AKP'ê, ji ber sûcên fesandiya li nava îhaleyan, karên nelirê û rantê hatine amadekirin. Fezlekeyên li hemberî me, ji ber axaftina me ye, ji ber azadiya ramanê ye. Em li pişt hemû gotinên xwe ne."

'LI DIJÎ ZEXTÊN AKP'Ê EM Ê LI CIVATA GIŞTÎ MÛXALEFETA XWE BIKIN'

Demîrel anî ziman, li hemberî zextên AKP'ê ew ê li civata giştî mûxalefeta xwe bikin û got, "Ev yek, ji bo mûxalefeta me derbasî rûpelên dîrokê bibe, gelekî girîng e. Çawa ku di sala 1994'an de hevalên me parlamenterên DEP'ê bi darê zorê hat girtin weke şermekê cihê xwe di nava dîrokê de girt, ev pêşnûme jî wê bi heman rengî cihê xwe di dîroka Tirkiyeyê de bigire."

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel diyar kir, ji bo siberoja gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e ku sedema çima ew dibêjin 'Na' were fêmkirin û got, "Sedema dijderketina me, ne dijberiya me ya li rakirina destnedanê ye. Ev pêşnûme, pêwendiya xwe bi rakirina destnedanê nîne. Li Destûra Bingehîn a darbeyê darbeyeke duyemîn tê kirin û xalek tê guhertin. Ev yek tê wateya guhertina rejîmê. Bi derxistina HDP'ê ji parlamentê, bi pêkanînên faşîst ve hewl didin vê rejîmê bixin meriyetê.

NEYÊN LÎSTIKA AKP'Ê

Demîrel da xuyakirin, ku divê partiyên li Meclîsê neyên lîstika AKP'ê û got, "Em dizanin, di nava CHP'ê de beşek demokrat haya xwe ji vê pêvajoya neheq û bêhiqûqî heye. Li gorî me, hejmara parlamenterên CHP'ê yên li dijî vê pêşnûmeyê derkevin, gelek e. Ji nava partiyên din jî wê yên bêjin 'Na' hebin."

Demîrel careke din destnîşan, ku ew xwe ji rakirina destnedanê venagirin û got, "Ji xwe destnedana me nîne. Em nikarin biçin cihekî dorpêçkirî. Dema dorpêçî tine be jî pêşî li çûyîna me tê girtin. Pêr nehiştin em biçin serdana sersaxiya malbatekê."

'ERÊ'KIRINA PÊŞNÛMEYÊ TÊ WATEYA ERÊKIRINA DARBEYÊ Û ŞER

Demîrel herî dawî ev nirxandin kir: "Di civînên gel de gelê me ji me re got, 'Ji bo meşandina têkoşîna demokratîk, ji bo avakirina Destûra Bingehîn a demokratîk û ji bo bilêvkirina daxwazên me, me we şand Meclîsê. Me we hilbijart. Yên ku we ji wir bigire, em in'. Gelê me, derxistina HDP'ê ji Meclîsê weke derxistina vîna xwe fêm dike. Em ê tevlî civînên li civata giştî ya Meclîsê bibin û nêrînên xwe bilêv bikin. Li parlamentê 'erê'kirina vê pêşnûmeyê tê wateya erêkirina guhertina rejîmê û şer. Qebûlkirina pêşnûmeyê wê ji bo guhertina rejîmê bibe gava destpêkê. Wê were wateya dewama darbeyê. Em ê ji bo siberoja gelên xwe li ber xwe bidin."