AKP li qehweyan li leşkerên bi pere şer bike digere
AKP/Qesr, ji bo di şerê xwe yê kirêt ê li Kurdistanê de bi kar bîne, hewl dide bi berdêla pereyan leşkeran peyda bike. Lê dike nake nikare peyda bike.
AKP/Qesr, ji bo di şerê xwe yê kirêt ê li Kurdistanê de bi kar bîne, hewl dide bi berdêla pereyan leşkeran peyda bike. Lê dike nake nikare peyda bike.
Artêşa Tirk li qehweyan digere, belavokan belav dike û li leşkerên di berdêla pereyan de li ser navê AKP'ê şerê kirêt bimeşîne, digere.
AKP û dewleta Tirk, ku tevî hemû rêbazên xwe yên qirêj û bikaranîna çekên giran jî nikarin berxwedana ciwanên Kurd bişikînin, li leşkeran digerin lê nabînin. Ji ber polîtîkayên şerê kirêt ên AKP/Qesr û dewleta Tirk, her roj bi dehan leşker û polîs tên kuştin. Tevî vê yekê jî AKP/Qesr û dewleta Tirk di şer de israr dikin. AKP/Qesr a ji reklamên li bîlbordan, mesajên bi rêya telefonê û qenalên televîzyonê ya hêvî dikir bi dest nexist, niha jî li qehwexane û kafeyan digere û di berdêla pereyan de hewl dide ji bo vî şerê xwe yê kirêt leşkeran peyda bike.
JI BO LEŞKERAN PEYDA BIKE, LI KAFEYAN DIGERIN
AKP/Qesr ji bo vê armanca xwe, bi destê artêşa Tirk dest bi karekî kirêt kir. Wezîfedarên dewleta Tirk herî dawî li Aydinê li qehwexaneyan geriyan û ketin nava hewldanên peydakirina leşkeran ji bo artêşa Tirk. di vê çarçoveyê de ji bo peydakirina leşkeran belavok li kafe û qehwexaneyan hatin belavkirin. Artêşa Tirk ji bo leşkeran peyda bike, bi giranî berê xwe daye qehwexaneyan ku ciwan lê ne. Bi belavokên tên belavkirin ve daxwaza leşker û pisporên leşkerî yên profesyonel/bi pere dixebite, tê kirin. Ev yek jî çarçoveya konsepta vî şerê kirêt radixe pêş çavan.
Artêşa Tirk di van belavokên xwe de diyar dike, ku leşkerên ji bo vî şerê kirêt wê di navbera 1'ê Çileyê-31'ê Kanûna 2016'an de bên wergirtin. Tevî vê yekê jî, hat hînbûn ku ti eleqe ji bo vê leşkeriya bi pere nîne. Rewşa herî dawî li Aydinê derket holê, nîşan dide ku gel ji leşkeriya profesyonel/bi pere ya li bajarên Kurdistanê direve.
TEVÎ KU BÊKARIN JÎ XWE NÊZÎ VÎ KARÎ NAKIN
Di demeke ku li her goşeya Tirkiyeyê krîza aboriyê û bêkarî heye de, berdêla wê mehane 3000 TL jî be ciwan xwe nêzî leşkeriyê nakin.