HDP'ê li hemberî "darbeya destnedanê" di civîna Koma Meclîsê û Desteya Rêveberiya Navendî de belgeyek parastinê ya hevpar amade kir. Di vê parêznameya hevpar de wê bê gotin, "Ez ê bersivê nedim ti pirsan, ne bawerim darizandineke adîl bê kirin."
'DEWLET HAT DESTESERKIRIN'
Parêznameya hevpar a parlamenteran bi vî rengî ye:
"Partiya min Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hlibijartinen giştî yên 7'ê Hezîranê de zêdeyî 6 mîlyon deng stend, benda ji sedî 10'an a hilbijartinê derbas kir û bi 80 parlamenteran cihê xwe li parlamentê girt. Bi rêya siyaseta demokratîk û bi vîna sindoqê, nehişt AKP bi tena serê xwe bibe desthilatdar û bi tena serê xwe destûra bingehîn çêbike. Recep Tayyîp Erdogan ê ku dixwaze li welêt rejîma 'yek şexsî' ava bike û ji bo vê jî serî li her şêwe bêhiqûqiyê dide, bi rêzdarî nêzî encamên hilbijartinê nebû, li pêşiya avabûna hikûmeta koalîsyonê bû asteng û rê li ber hilbijartineke pêşwext vekir. Di vê demê de, pêvajoya çareseriyê ya ku 3 salan dewam kir, ji ber ku ji bo xwe kêrhatî nedît û nema karîbû pê mijûl bike, qedand û welat xist nava şerekî giran.
Ji ber şerê rû da, welatiyên me bi rengekî mafdar, bi fikar û gumana ewlekariyê tevlî hilbijartinê bûn. Di vê hilbijartina bi tirs û şoqê de, ku di nava şert û mercên wekhev de pêk nehat, AKP ji nû ve bi tena serê xwe bû desthilatdar.
Recep Tayyîp Erdogan, piştî ku encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê dît, bi panîk, tirs û fikareke mezin parlament û hikûmet tine hesiband, dadgerî bi giranî xist bin kontrola xwe, medya bi temamî bi xwe ve girê da û li welêt darbe pêk anî. Bi awayekî vekirî eşkere kir ku ew Destûra Bingehîn nas nake, bi fîîlî rejîm hatiye guhertin û ew biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn jî nas nake. Bi vî awayî, bi rengekî zelal îlan kir ku wî dest daniye ser dewletê.
Der heqê wî de, tê gotin di dema Serokwezaretiya xwe de sûcên bertîl, dizî, paqijkirina pereyê reş, karên ne qanûnî yên bazirganiya zêr a ji bo şikandina ambargoya navneteweyî ya li ser Îranê û şandina çekan ji bo komên terorîst ên li Sûriyeyê, gelek sûc hene. Ji ber zext û kontrola xwe ya li ser dadgeriyê, lêpirsînên têkildarî van sûcan vê gavê nixumandiye.
Hay jê heye, ku eger dixwaze ji van lêpirsînan bi temamî rizgar bibe, divê hemû erkên heyî bixe destê xwe. Êdî eşkere ye ku di vê oxirê de dînîtiyeke neke, nîne. Welat veguherandiye gola xwînê û bi rêye cenazeyên her roj dişîne çar aliyên welêt, hestên neteweperestî û şoven, gotinên kîn, nefret û nîjadperestiyê sor kiriye, li dora derewa 'welat bi gefa parçebûnê re rû bi rû ye' girseyên gel li hev civandiye û gav bi gav ber bi armancên xwe yên şexsî ve dimeşe.
'YEKANE ASTENGIYA LI PÊŞIYA REJÎMA DÎKTA, HDP YE'
Yekane astengiya li pêşiya vê armancê yanî li pêşiya pêkhatina rejîma dîkta asteng e, Pariya Demokratîk a Gelan e. Partiya me di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji bendê derbas bû û bi 59 parlamenterên bi dest xistî re, careke din li pêşiya Erdogan bû asteng ku nikaribe bi tena serê xwe destûra bingehîn biguherîne. Ji ber vê yekê, hewl dide ku di hilbijartineke pêşwext an jî navberê ya gengaz de, 367 parlamenterên pê ve girêdayî bi dest bixe û komeke AKP'ê ya bi vî rengî ava bike.
Partiya me HDP, polîtîkayeke pir çandî, pir zimanî, pir bawerî bawer dipejirîne û nûenrên ji hemû nasname û baweriyên cuda di nava xwe de vedihewîne. Em weke Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Tirkmen, Suryanî, Êzidî, Mihelmî û gelek komên din ên etnîkî yên baweriya xwe bi demokrasî û jiyana bi hev re heye, pê bawer in ku jiyaneke wekhev pêkan e û ev yek jî bi demokrasiyeke pir alî, demokrasiyeke herêmî ya xurt û xweser dibe.
Partiya me HDP xwedî li têkoşîna rizgarî û azadiya jinê derdikeve. Tevlîbûna jinan a bi rengekî wekhev li qada siyasetê ewle kiriye û di asta herî bilind a dîroka Tirkiyeyê de temsîla jinê li parlamentê afirandiye. Rakirina destnedana parlamenterên jin ên partiya me, di heman demê de gefek li hemû jinên li Tirkiyeyê û darbeyek li têkoşîna jinê ye.
Em li dijî her şêwe şîdetê ne û di çareseriya hemû pirsgirêkan de bi hêza diyalog û muzakereyê piştrast in. Ji bo Erdogan ê faşîzma yek şexs, yek ziman û yek mezhebî diparêze, HDP di heman demê de weke 'gefek'e îdeolojîk e.
Ji ber van sedeman, partiya me HDP ji roja dest bi jiyana xwe ya siyasî kiriye û vir ve timî bûye hedefa Erdogan. Tevî her şêwe dek û dolab, bêedaletî, êrîş û bombekirinê jî jê nehat ku partiya me di hilbijartinê de têk bibe. Ji ber vê yekê destnedana me ya parlamenteriyê bi rengekî dijberiya Destûra Bingehîn û Rêziknameya Navxweyî ya Meclîsê da rakirin û weke şexsekî ku bê alî bûna wî mijara nîqaşê ye, dixwaze qaşo me dadgeh bike.
'EM Ê NEHÊLIN HÛN BÊHURMETIYÊ BIKIN'
Em nûnerên gel ên hatine hilbijartin e. Em ne şexsê xwe, em hilbijêrên xwe temsîl dikin. Ez niha weke endamekî xwedî destnedana Meclîsê, qanûndanînê, weke parlameterekê/î li pêşberî we me. Nepêkan e ku ez destûrê bidim ku hûn bêhurmetiyê li vê nasname û vîna gel a ez wê temsîl dikim, bikin.
Li pêşberî dadgeriyeke bê alî û serbixwe, ez ti carî xwe ji dayîna hesab venagirim. Tiştekî ku ez nikaribim hesabê wê bidim jî nîne. Di rewşeke ku dadgeriya li welatê me hatiye binpêkirin de, ez ê ti carî qebûl nekim ku bibim parçeyek ji vê darizandina siyasî. Li hemberî şexsê we û kesayetiya we, ti teredût û bêhurmetiya min nîne. Lê belê, di vê şanoya dadgehkirinê de ku li ser fermana Erdogan ê xwedî rabirdûyeke siyasî ya biguman e hat destpêkirin, ez qebûl nakim bibim fîgurek.
'HÛNÊ NIKARIBIN ME JI TÊKOŞÎNÊ VEGERÎNIN'
Ez ê bersivê nedim ti pirsên we, ez ne bawerim ku darizandina hûn bikin adîl be. Anîna min a vê derê jî nehiqûqî ye. Siyasetmedar li qada siyasetê mûxatabê siyasetmedaran e, ne mûxatabê endamên dadgeriyê ne. Lewma, weke endamên dadgeriya bi pîvanên hiqûqa demokratîk û gerdûnî ve dilsoz, weke endamên dadgeriyê yên bi peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê mora xwe daniye binî û di heman demê de hukmê destûra bingehîn e ve girêdayî ne, divê hûn jî nebin parçeyek ji vê lîstika siyasî.
Heta rejîmeke demokratîk a pir rengî li welatê me ava bibe û aştî û aramî pêk were, em ê têkoşîna xwe ya siyasî bi biryardarî bidomînin. Li dijî dijberiya civakî em ê jiyana bi hev re û wekhev, li dijî şîdetê em ê têkoşîna siyasî demokratîk, li hemberî tekperestiyê em ê pir rengiyê, li dijî faşîzmê em ê demokrasiyê, li hemberî polîtîkayên mezhebî/nîjadperestî em ê azadiya wijdan û baweriyan, li hemberî cihêkarî û nefretê em ê wekheviyê û bêguman hemû mafên gelbûyînê yê gelê Kurd, mafên welatîbûna wekhev a civaka Elewî, azadiya baweriyan a hindikahiyên olî, tevlîbûna jinan a li jiyana civakî, siyasî, aborî, li dijî xisara kapîtalîst em ê parastina hawirdor û ekolojiyê, li hemberî hêrsa kar a sermayeyê em ê kedê, mafên xebatkaran biparêzin. Em li parlamentê jî bin, li girtîgehê jî bin, em ê van nêrînên xwe biparêzin û hûn ê nikaribin me ji vê têkoşîna me vegerînin.
'BÊGUMAN EM Ê RIZGAR BIBIN'
Bêguman em ê ji vê sîstema faşîst a di bin navê Serokatiyê de li ser gel û welatê me tê ferzkirin, rizgar bibin. Çi zû çi dereng, têkoşîna me ya demokrasiyê wê bi ser bikeve. Di şexsê Erdogan de ev rejîma paşmayî wê biguhere. Ti daxwaz û bendewariyeke min ji we nîne. Bi tenê gelê min ê ez hilbijartiye dikare ji ber karên min ên siyasî lêpirsîna min bike."