Sendîkaya Brîtanyayî ya ji 1.3 mîlyon endaman, ji bo Kurdan banga piştgiriyê kir
Unison, ku duyemîn sendîkaya mezintirîn a Brîtanyayê ye, di konferansa xwe ya salan e de li ser mijara Kurdan civîneke taybet lidar xist.
Unison, ku duyemîn sendîkaya mezintirîn a Brîtanyayê ye, di konferansa xwe ya salan e de li ser mijara Kurdan civîneke taybet lidar xist.
Konferansa salane ya sendîkaya Unison, ku 1.3 mîlyon endamên xwe hene, li bajarê Bîrghton ê Îngilîstanê bi tevlîbûna bi sedan delegeyî dewam dike. Di vê konferansê de cihekî taybet ji Kurdan re hat veqetandin. Di roja destpêkê ya konferansa ji çar rojan pêk tê, li ser mijara Kurdan civîneke taybet hat lidarxistin. Ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Erdelan Baran û Mîchelle Alîson, ji Yekîtiya Xwendekarên Kurd Elîf Sarican û li ser navê Unisonê Stephen Smîlle weke qiseker beşdarî civînê bûn.
KURD SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK AVA DIKIN
Rêveberê sendîkaya Unisonê Stephen Smîlle di destpêka civînê de axivî û anî ziman, ew pirsgirêka Kurd ji nêz ve dişopînin û gelek caran çûye serdana Kurdistanê. Smîlle diyar kir, gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî krîtîk de ye û da zanîn, dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd ku welatiyên wê ye, şerekî topyekûn dimeşîne. Smîlle her wiha ragihand, dewleta Tirk bi dijminatî nêzî Rojava dibe û got, "Gelê Kurd li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke serketî dimeşîne. Lê belê dewleta Tirk dijminatiyeke mezin li gelê Kurd dike. Tevî hemû êrîşan jî Kurd li Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk û wekhev ava dikin, ku hurmetê nîşanî mafên mirovan û azadiya zayendî dide. Afirînerê bîrdozî yê vê sîstemê lîderê Tevgera Azadiyê ya Kurd Abdullah Ocalan e. Ocalan ev 17 sal in di nava tecrîdê de tê ragirtin. Tevî vê yekê jî li Rojava sûd ji bîrdoziya wî tê girtin û sîstemeke xweser a demokratîk ava dibe."
DEWLETA TIRK NIRXÊN MIROVAHIYÊ BINPÊ DIKE
Şefê Navneteweyî yê Sendîkaya Unison Sîmon Dubbîns jî, ku ji ber karên referandûmê nekarî tevlî civînê bibe mesajek şand. Dûbbîns di peyama xwe de diyar kir, dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd re nirxên mirovahiyê bnpê kiriye û ev yek li ser navê demokrasiyê şermeke mezin e. Sîmon Dûbbîns got, "Di serî de Sûr, gelek bajarên Kurdan ji aliyê dewletê ve hatin hilweşandin û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk bi desteka xwe ya ji bo çeteyên hov ên weke DAIŞ û El Nûsra, dijminatiyê li Kurdan dike. Di demeke ewçend krîtîk de, desteka ji bo gelê Kurd gelekî girîng e."
'EM Ê TEVLÎ KAMPANYA JI BO AZADIYA OCALAN BIBIN'
Dûbbîns di dawiya peyama xwe de bal kişand ser kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' ya berî mehekê ji aliyê sendîkayên Unite û GMB ve hat destpêkirin û got, "ji bo Unison jî di demeke nêz de beşdarî vê kampanyayê bibe, ew ê bixebitin.
Endamên Kongreya Neteweyî ya Kurd Erdelan Baran, Işlil Guler û endama Yekîtiya Xwendekarên Kurd Elîf Sarican jî di axaftina xwe ya li cviînê de êrîşên demên dawî yên li hemberî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê tên kirin bibîr xistin û li ser Şoreşa Rojava agahî dan.
KAMPANYA SENDÎKAYÊN UNITE Û GMB DEWAM DIKE
Ji mezintirîn rêxistinên kedê yên Brîtanyayê sendîkayên Umite û GMB di meha bihurî de li Parlamenta Îngilîz resepsiyonek organîze kiribûn û kampanya 'Ji Ocalan re azadî' dabûn destpêkirin. Di vê civîna dîrokî de tecrîda li ser Ocalan hatibû rexnekirin û hatibû ragihandin, ku azadiya Ocalan wê tevkariyeke mezin li aştiya herêmê bike. Sendîkaya Unite xwedî 1.3 mîlyon endaman e. GMB jî 650 hezar endamên xwe hene.