Nobeda Ozgur Gundemê Babahan dewr girt
Kampanyaya "Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedariyê" îro rojnamevan Ergun Babahan dewr girt.
Kampanyaya "Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedariyê" îro rojnamevan Ergun Babahan dewr girt.
Piştevaniya rojnamevan, rewşenbîr û nivîskaran a ji bo Ozgur Gundemê dane destpêkirin berdewam dike. Weke ku tê zanîn rojnameya Ozgur Gundemê ji mêj ve ye ku ji polîtîkayên zext û zordarî; çewisandin û pêkutiyên dewletê re bûye hedef, bi armanca ku pêşî li dengê çapemeniya azad were girtin û mafê agahdarbûna gel were asteng kirin. Herî dawî ji ber ku tevlî kampanyaya "Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedariyê" ya bo Ozgur Gundemê bûbûn 3 rewşenbîr bi awayekî derhiqûqî hatibûn girtin.
Bi armanca şermezarkirina van girtinan û piştevaniya li Ozgur Gundemê çalakî didomin. Herî dawî rojnamevan Ergun Babahan jî tevlî vê kampanya piştevaniyê bû.
Babahan diyar kir ku komên din ên medyayê yên li Tirkiyê li şûna ku têkoşînê bidin, rajêrbûna ji destilatdariyê hilbijartine. Babahan wiha bi nav de çû, "Li Tirkiyeyê azadî, nexasim jî têkoşîna azadiya çapemeniyê, mixabin berbelavî nav beşeke berfireh, çapemeniya medyaya sereke nebûye. Herî dawî piştî zextên li ser Hurriyetê û Koma Medyayê ya Doganê me dît ku medyaya sereke dema ku çav li tirsê dike, radest dibe û serê xwe ditewîne. Li gorî daxwazên desthilatdariyê weşanê dike."