Ji bo azadiya Ocalan li Frankfûrt, Hambûrg û Dusseldorfê çalakî
Li bajarên Frankfûrt û Dusseldorfê yên Elmanyayê, çalakiyên konê agahdarkirinê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Hambûrgê jî di heman çarçoveyê de mîtîng hat lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 23 pûşperê 2016, 07:20
Li bajarên Frankfûrt û Dusseldorfê yên Elmanyayê, çalakiyên konê agahdarkirinê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Hambûrgê jî di heman çarçoveyê de mîtîng hat lidarxistin.
FRANKFÛRT
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hat destpêkirin. Çalakiya bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve li meydana Haûptwacheyê destpê kir, wê 10 rojan dewam bike.
Pankarta bi nivîsa "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" bi kon ve hat daliqandin û wêneyên Kurdistaniyên ji aliyê çeteyên faşîst ên AKP'ê ve hatine qetilkirin, hatin vekirin.
Li ser armanca çalakiyê belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Çalakî wê her roj ji saet 11:00 heta 19:00 dewam bike.
Endamên Navendên Civaka Demokratîk ên li Frankfûrt, Offenbach, Hanaû û Meclîsên Jinê bi dorê nobeda çalakiyê digirin.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin rêze çalakî hatin destpêkirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê wê her roj li taxeke bajêr mîtîngê lidar bixe. Mîtînga destpêkê li Harbûrgê pêk hat.
Kurdistanî û dostên wan saet di 17:00 de li Seeveplatzê li hev civiyan, belavokên ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatin amadekirin belav kirin û bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' mîtîngek lidar xistin. Di axaftinên li qada mîtîngê de bal hat kişandin ser projeya xweseriya demokratîk û şert û mercên tecr3ıdê.
Roja Pêncşemê wê saet di 17:00 de li taxa Bergdorfê mîtîng were lidarxistin û roja Înê jî li Mockebergstrasseyê wê şanoger Bedîa Demîr bi serenavê 'Ji Ocalan re azadî, bes e ji komkujiyên li Kurdistanê re' şanoyekê pêşkêş bike. Çalakiyên li bajêr wê roja 27'ê Hezîranê li taxa Altona, 28'ê Hezîranê li Wînsenê, 29'ê Hezîranê li Pînnebergê dewam bikin. Di 30'ê Hezîranê de jî çalakiya li ber navenda Rote Flora ya li Sternschanzeyê wê biqedin.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorfê, çalakiya kon a bi şiyara 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' ya li ser banga KCDK-E hat destpêkirin û wê 10 rojan dewam bike, di roja 4. de ye.
Çalakî ji aliyê Meclîs û Însiyatîfên Jinê ve dewr hat girtin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û ji bo ji nû ve avakirina Bakurê Kurdistanê alîkarî hatin hevdan. Her wiha ji bo bala raya giştî bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk a faşîst dike, çalakgeran wêneyên zarokên Kurd ên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatine qetilkirin, nîşan dan. Çalakî her roj saet di navbera 15:00-20:00 de li ber Gara Trenê ya Navendî ya Dusseldorfê tê lidarxistin.