Li Hîldesheîmê ji bo 11 rojan kon hat vedan

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanayyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Çalakî wê 11 rojan dewam bike.

Kon wê her roj saet di navbera 14:00-18:00 de li navenda bajêr bê vekirin. Di vê çalakiyê de wê der barê tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên dewleta AKP li Kurdistanê dike, agahî werin dayîn.

Di beşa duh a çalakiya li nava sûkê de gelek belavok hatin belavkirin. Li binê kon, li ser armanca çalakiyê agahî ji mirovên hatin serdanê re hat dayîn.

...