Çalakiya ji bo azadiya Ocalan a li Stockholmê dewam dike
Çalakgeran li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê belav belavkirin û ji bo azadiya Ocalan îmze dan hev.
Çalakgeran li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê belav belavkirin û ji bo azadiya Ocalan îmze dan hev.
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sekinandina operasyonên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê, ji roja Duşemê ve li Meydana Medborgarplatsenê çalakiyê lidar dixin.
Çalakgeran li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê belav belavkirin û ji bo azadiya Ocalan îmze dan hev. Kurdistaniyên li bajarên din ên vî welatî dijîn jî, kom bi kom tên tevlî çalakiyê dibin.
Ji beşdaran Erdem Kahraman da xuyakirin, ku nabe Rêberê gelekî dîl girtî be û got, "Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Eger Rêberê gelekî azad be, ew gel jî azad e. Jiyanek bê Ocalan nabe. Tenduristiya wî tenduristiya me ye." Kahraman xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal serbest were berdan.
Dayika Argeş Bawer ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku di sala 2008'an de li Herêmên parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da Haver Bawer jî tevlî çalakiyan dibe û belavokan belav dike.
Bawer da xuyairin, ku ew dixwaze êrîşên li Bakurê Kurdistanê biqedin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan û got, "Em ê çalakiyên xwe heta azadiya Rêberê xwe bidomînin. Divê mêtînger û dijminên gelê Kurd baş bi vê zanibin, ku bîrdozî û nexşerêya azadiya welatê me ku ji aliyê Rêberê me ve hatiye afirandin di mejî û malên Kurdan de bi cih bûye. Heta ku welatê me azad bibe, em ê di rêya Rêberê xwe de bimeşin. Gelê me yê li Bakur bi mehan e bûye hedefa zext û zilma dewleta Tirk. Li hemberî êrîşan xwe diparêze. Heta ku em di rêya Rêberê xwe de bimeşin, kes nikare bi me. Rast e em berdêlan didin, şehîdên me hene, lê belê me ji bo azadiyê her tişt dane pêş çavên xwe."
Nûrcan Çelîk a ji Bakurê Kuredistanê jî diyar kir, heta Ocalan azad nebe, jin azad nabin û got, "Lewma azadiya Ocalan ji bo me jinan gelekî girîng e. Gelê me li Bakur li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dide. dixwazin me tine bikin. Em ji bo azadiya Rêberê xwe û destekkirina gelê xwe yê berxwedêr li qada çalakiyê ne."