Parêzerên OHD’î nehatin berdan
Di doza ku parêzerên OHD’ê tên darizandin de biryara berdana Gordegir û Kaçar, her wiha dewamkirina rewşa girtiyên din hate dayîn.
Di doza ku parêzerên OHD’ê tên darizandin de biryara berdana Gordegir û Kaçar, her wiha dewamkirina rewşa girtiyên din hate dayîn.
Rûniştina doza yekem a der barê endamên Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Ramaman Demîr û Ayşe Acînîklî jî di nav de 8 jê girtî û 50 kesan de, ku bi îdîaya “Endamên Rêxistinê” û “Rêveberiya rêxistinê kirine” hate vekirin, li 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin.
PARÊZER DEMÎR: EM Ê YEK BI YEK HESABAN JÊ BIXWAZIN
Parêzer Demîr di destpêka parastina xwe de Haci Lokman Bîrlîk bi bîr anî û wiha got: “Me dikarîbû jiyaneke hêsan hilbijarta. Eger ku me nehilbijartibe em tiştekî dizanin. Em ê hesabê Dayika Taybet, Haci, Rozerîn, Birayê Tahîr, Mehmet Tûnç, Cîhan Karaman û yên canê wan hatine şewitandin, malên wan hatine hilweşandin, cenazeyên wan nehatin dîtin, yên ku bedenê wan hatin tazîkirin, nivisînên li ser dîwaran, yek bi yek bipirsin. Em rê nadin kesên ku van qetlîaman kirine, bi awayekî bêşeref û bêrûmet bijîn.”
Parêzer Demîr wiha anî ziman: “Bi ser seran û çavan, parêzer ji bo dewletê kar dikin, lê em ne mîhên li ber kêrê ne.”
Parêzer Acînîklî diyar kir ku yên li vê salonê diviya bihatana darizandin ne ew bûna, yên ku li Roboskiyê, Cizîrê mirov bi saxî şewitandin divê bihatana darizandin.
Heyata Dadgehê, biryara berdana Cemalettîn Gordegîr û Şengul Kaçar, her wiha berdewamkirina rewşa gitiyên din da.