Li Parîs û Nurnbergê çalakiyên kon ên Ocalan dewam dikin

Li gelek navendên Ewropayê çalakiyên kon û nobetê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.

Li gelek navendên Ewropayê çalakiyên kon û nobetê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.

Çalakiyên li paytexta Fransa Parîsê û bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hatin lidarxistin, bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya kon a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 4. de dewam dike.

Çalakiya kon a li qada Repûblîqûe ya Parîsê dewam dike, welatiyên Fransî û tûrîstan eleqeyek zêde nîşan dan.

Li konê ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî xemilandin, belavokên bi zimanê Fransî yên ku tecrîda li ser Ocalan tînin ziman hatin belavkirin, çalakiya îro Meclîsa Gel a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîer le Bel girt ser xwe.

Di daxuyaniya Hevsrokên Meclîsa Gel a Vîllîer le Bel wiha ye: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê çalakiyên me her roj dewam bikin, azadiya Rêberê me azadiya me ye. Heta ku çalakiyê ji Ocalan re azadî ji Kurdistan re statu encam bigirin wê çalakiyê me bi hemû awayî dewam bikin.”

Her wiha li qada Repûblîqûe wê her roj çalakiya kon heta saet 17:00 dewam bike, hevserokan banga beşdarbûna xurt kir.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê çalakiya kon di roja 4. de dewam dike. Eleqeyek zêde nîşanî çalakiya kon a li Hallplatz a Nurnbergê hate dayîn.

Di tevahiya çalakiya nobetê de bi şano, mûzîka zindî, axaftin, bi dengê bilind mûzîk pêxistin hewl dan bala raya giştî bikêşin ser çalakiyan.

Çalakiya kon a ku li Hallplatzê saet 16:00-19:00’an de hate lidarxistin ji aliyê Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî û demokrat, Elmanan hate ziyaretkirin.

Hevşaredara Navenda Civaka Demokratîk Sakîne Dogan û Hikmet Genver têkildarî çalakiya nobetê wiha bang kirin: “Azadiya Rêber Apo, destûra bingehîn a çalakiya me ye. Wê çalakiyên me heta ku Rêber Apo azad bibe bidome.”

Hevserokan bang li welatiyên li Nurnberg û derdorî wê dimînin jî kirin ku beşdarî çalakiyan bibin.

...