NÛ BÛ

Ji bo dayîna îfadeyê bang li 2 parlamenterên HDP'yî hat kirin

Piştî ku destnedana parlamenteriyê hat rakirin, dozgerê Tirk ji bo îfadeyê bang li Parlamenterên HDP'ê yên Mûşê Ahmet Yildirim û Bûrcû Çelîk Ozkan kir.

Piştî ku destnedana parlamenteriyê hat rakirin, dozgerê Tirk ji bo îfadeyê bang li Parlamenterên HDP'ê yên Mûşê Ahmet Yildirim û Bûrcû Çelîk Ozkan kir.

HDP'ê beriya niha dabû xuyakirin, ku parlamenterên wan wê ji bo îfadeyê neçin dozgerî û dadgeriyê.

Hate zanîn ku rayedarê Serdozgeriyê bi rêya telefonê li parlementeran geriya ye û ji wan xwestiye ji bo îfadeyê bên serdozgeriyê. Hate ragihandin, têkildarî dosyayên mijara fezleyekê de jî agahî ji parlementeran re nehatiye dayîn. 

Li gorî agahiyan, parlementeran jî li ser telefonê helwesta partiya xwe ya rêgezî ya der barê neçûyîna îfadeyê de ji rayedarê dozgeriyê re ragihandine. 

Der barê Parlementera HDP'ê Ozkan de 5 fezlekeyên cuda yên têkildarî "Propagandaya rêxistinê" û "Heqaretê" hatine vekirin. Der barê Yildirim de jî 6 fezlekeyên cuda hene. Fezlekeyên der barê Yildirim de jî bi hincetên, "astengkirina wezîfeyê, heqareta li Serokkomar û wezîfedarên cemaweriyê" hatine amadekirin.