Ji bo azadiya Ocalan banga navneteweyî
Gelek parlamenterên Ewropayî û parazvanên mafên mirovan ên ku li ber Konseya Ewropayê civiyan, ji bo azadiya Ocalan bangawazî kirin.
Gelek parlamenterên Ewropayî û parazvanên mafên mirovan ên ku li ber Konseya Ewropayê civiyan, ji bo azadiya Ocalan bangawazî kirin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya nobedê ya nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê li ber Konseya Ewropayê (KE) dewam dike, bi tevlîbûna gelek parlamenterên Ewropayî û parazvanên mafên mirovan ve jî daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ku azadiya demildest a Ocalan wê ji bo çareseriyên aştiyane yên ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn girîng be.
Di roja 5’emîn a nobeda nûnerên saziyên di bin sêwana Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a li Ewropayê (KCDK-E) de li pêşberî avahiya KE’yê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Siyasetmedarê Kurd Adem ûzûn di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, destnîşan kir ku bi wesîleya Nobeda Ji Ocalan Re Azadî ya ku 4 salan xwe tijî dike ve peyamek ji bo tevahî mirovahî û saziyan heye. Ûzûn got tevahî sazî li gel Ocalan ji bo azadiya tevahî girtiyan xwedî hewldan in, ji kesên ku Nobeda ji Ocalan re Azadî bi rê ve dibin re spasiyên xwe pêşkêş kir.
‘DIVÊ PÊVAJOYA DIYALOGÊ DÎSA DESTPÊ BIKE’
Li gel parlamenterên HDP’ê, endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê jî di daxuyaniya çapameniyê de amade bûn. Li ser navê sendîkayên li Îngilistanê Steve Swenny axivî, bal kişand ku çalakiya nobedê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 4 sal li pey xwe hiştin, lê Ocalan ev 17 sal in dîl hatiye girtin. Swenny bi bîr xist ku Ocalan bi alîkariya serwîsên veşartî yên navneteweyî ve dîl hate girtin, got şertên girtîgehê jî ne li gor hevpeymanên navneteweyî ne.
Swenny destnîşan kir ku azadiya Ocalan wê rê bide ku Tirkiye nêzî nirxên Ewropa bibe, eşkere kir ku diyaloga ku Ocalan bi dewleta Tirk re pêş xistibû jî karên wan hêsantir kiribû. Swenny bi bîr xist ku pêvajoya diyalogê hat bidawîkirin, ji bo ji nû ve destpê bike jî bang kir.
Swenny bal kişand ser fikrên Ocalan ên bi taybet li ser jiyana hevpar a bi jin û kêmnetewan re, destnîşan kir ku pêwîst e Rêberê Gelê Kurd rola xwe bilîze.
Sendîkavana Îngîlîz got niha dîktatoriya Erdogan li her qadê êrîş dike, bang kir ku demildest van bi dawî bikin.
FLUCKÎGER: DIVÊ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN, PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN
Parazvanê Mafên Mirovan ê Swîsreyî Martîn Fluckîger jî anî ziman ku hêviyên piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê çêbûne, hewl tê dayîn ku bê zextan tine bikin, got: “Li Tirkiyeyê şerekî mezin heye.” Fluckîger, ji ber bêdengiya Yekîtiya Ewropa ya li beramberî vî şerî jî ew rexne kir.
Fluckîger got, YE bi hevpeymana penaberan ve “Li hember Erdogan çok şkandine”, wiha dewam kir: “Pêwîst e Yekîtiya Ewropa demildest vê bêdengiya xwe bi dawî bike û serî li hember polîtîkayên Erdogan rake.”
Martîn Fluckîger bangawazî kir ku divê bi bayê lezê PKK’e ji ‘lîsteyên terorê yên YE” bên derxistin, destnîşan kir ku di heman demê de divê dewleta Tirk û Erdogan bibîne ku şer ne çareserî ye. Fluckîger bi lêv kir ku xebata herî girîng a ji bo aştiyê jî azadiya Ocalan e.
KOX: BILA TIRKIYE ŞER RAWESTÎNE
Parlamenterê Hollandî û Berdevkê Koma Çep a MPKE Tîny Kox jî bi bîr xist ku piştî nîqaşên duh, rapora Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin.
Kox destnîşan kir ku rapor, zextan dinirxîne û tevahî nûnerên welatan jî li ser van pêkanînên di raporê de rexneyên xwe anîne ziman. Kox, banga li dewleta Tirk kir ku demildest dawî li pêkanînên şer bîne.
Tîny Kox ragihand ku wê bi wekîlên HDP’ê re ji bo pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike hewl bidin, di dirêjiya axaftina xwe de hêviyên xwe yên serkeftina pêvajoya aştiyê û azadiya Ocalan anî ziman.
VENTÛRÎNÎ: EM LI BENDA BERSIVA CPT’Ê NE
Sosyolog û lêkolînvanê Îtalî Federîco Ventûrînî jî ev gotin: “Îro em dibihîzin ku li Cizîrê û gelek cihên din tundiya dewletê gihiştiye asta herî dawî. Têkîldarî mijarê gelek raporên navneteweyî jî hene.” Ventûrînî her wiha bal kişand ser şer û dijwariya dewleta Tirk a ji Nîsana 2015’an bi qutkirina pêvajoya diyalogê destpê kir, ji ber nêzî 600 serlêdanên parêzerên Ocalan hatine red kirin jî rexneyên xwe pêş xist.
Ventûrînî agahî da ku 2 caran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li rayedarên Tirk dane, lê ji bo vê ti bersiv nestandine. Ventûrînî destnîşan kir ku CPT’ê, Ocalan ziyaret kiriye, bi bîr xist ku di encama hewldanan de CPT’ê di meha Nîsanê de bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Ventûrînî da xuyakirin ku CPT’ê ji wan re gotiye wê di mijarên hevdîtinên parêzer û malbatê ya bi Ocalan re pêşketin çêbibin, lê ji ber hê jî ti pêşketin çênebûne, ev rewş rexne kir.
JI BO MUZAKEREYÊ DIVÊ AZAD BE
Federîco Ventûrînî destnîşan kir ku ji bo pêvajoyek rast a aştiyê tiştê girîng azadiya Ocalan e, gotina Nelson Mandela ya, “ne mirovên girtî, tenê mirovên azad dikarin muzakereyan dewam bikin” bi bîr xist. Ventûrînî, di dewama axafina xwe de der bir ku ji bo rêveberina pêvajoyê pêwîst e PKK’e jî tevlî bibe.
GROTT: TÊKOŞÎNA JINÊN KURD BÛ MÎNAK
Endamê Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) a MKPE, Annetta Grott jî di axaftina xwe de diyar kir ku der heqê aştiyê de gotina dawî ew ê bibêjin û got, ‘’weke femînîstan’’ ew li pişt têkoşîna jinên Kurd in. Grott, ji ber ku jinên Kurd di serî de rêveberiyên herêmî di her qadê de hevseroktî anîne kêfxweşiya xwe anî zimên û peyam da ku ew ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin.
Grott bi berdewamî diyar kir ku ew hêvî û bawer dikin ku têkoşîna jina Kurd wê biçe serî.
‘BI GIRTINA NOBETÊ NÎŞANÎ ME DAN KU PIRSGIRÊK HENE’
Nûnerê Rêxistina Navnetewî ya Efûyê ya Swîsreyê Maya Heuchmann jî got bi salan e kesên ku ji bo Ocalan nobetê digirin, peyam dane wan ku ‘’li vir kêşeyek heye û divê hûn pê re mijûl bibin’’ dan. Heuchmann got ew ê bi berdewamî heq û hiqûqê Kurdan biparêzin û ew ê ji bo azadiya Ocalan û ji bo heq û hiqûqa Kurdan ked û xwêdana xwe tevî têkoşînê bikin.
KURKÇU: DAXWAZA AZADIYA OCALAN DIVÊ RAST WERE FÊMKIRIN
Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir, ji bo ku Ocalan wekî rêberê gelê xwe bi awayekî azad tevlî muzakereyan bibe, hewldanên ku têne dayin divê rast werin fêmkirin. Kurkçu bal kişand ser ku mesele ne azadiya takekesekî ye û anî zimên ku Ocalan azad bibe kêferatên ji bo aştiyê wê reng biguhere.
Kurkçu bi bîr xist ku li Kurdistanê û Tirkiyê komkujî hene û partiyên ku têkoşîna demokrasiyê didin di bin zext û zordariyê de dimînin û hêdî hêdî ev kêferat û qêrîn têne guhdarkirin.
Kurkçu got, di sala 4. a nobetê de Ocalan hê jî azad nebûye û diyar kir, li hemû parçeyan têkoşîna azadiyê didome.
Parlamenterê Îtalî Floraîn Kleînbîscher diyar kir ku herêma kêmarên Elman lê dijîn, ew li Romayê temsîl dike, diyar kir ku ew bi hijmetkarî sebr û semaxa Kurdan a ji bo azadiyê dinêrin û di dawiyê de anî zimên ku ew têkoşîna ev bi salan e tê dayin ji bo wan jî bûye mînakek.
HEIDER: ENDAMÊN KE, OCALAN WEKE NÛNER Û MUXATAP DIBÎNIN
Ji Însyatîfa Azadiya Ocalan Raîner Neîder jî axivî û diyar kir ku tevî tecrîda li ser Ocalan jî li gorî 4 sal berê rewş di asteke pir cuda de ye û hemû endamên Konseya Ewropayê êdî Ocalan weke nûnerê Gelê Kurd û weke muzakerevan dibînin.
Heîder da zanîn ku ev jî bi saya têkoşîna gelê Kurd hatiye bidestxistin, sirûda vê têkoşînê “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” mîna ‘Hêza motorê’ bi nav kir.
Heîder anî ziman ku ev têkoşîna li Ewropa tê meşandin ji bo azadiya Ocalan û aştiya Kurdistanê xwedî girîngiyeke pir mezin e û para xwe pir zêdeye, diyar ku wê piştgirîkirina vê têkoşînê bidomînin.
KARTAL: LI HEMBER VÊ BÊDENGIYÊ, EM DIBÊJIN ÊDÎ BESE!
Hevserokê KONGRA-Gel Remzî Kartal jî mafê axaftinê girt û Mûnzûr Emekçî yê ku gelek keda wî ji bo çalakiya nobeta çêbû û di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî.
Kartal anî ziman ku li hember sîstema Rojhilata Navîn vegerandiye gola xwînê di pêşengtiya Ocalan de têkoşînê didomînin. Kartal, li hember astengiyên hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re bertek nîşan da û wiha axivî: “Niha rewş çi ye, ti kes agahî jê nîne.”
Kartal destnîşan kir ku dewletên Ewropayê yên ku li hember qetlîamên li Kurdistanê tên meşandin bêdeng dimînin û li hember polîtîkayên tecrîdê yên li ser Ocalan jî bêdeng in, ev dide nîşandan ku di vî warî de rol dilîzin. Kartal got ku êdî weke gelê Kurd dengê xwe bilind dikin û dibêjin; ‘Êdî Bes e’. Kartal bal kişand ku bêdengî tê wateya hevkariya sûc, di serî de dost û gelê Kurd û dewletên têkildar divê di vî warî de rola xwe bilîzin.
Endamê Komîteya Azadiya Ocalan Delal Rûbar jî axivî û da xuyakirin ku heta roja îro bi çalakiyên herî mezin li hember tecrîda li ser Ocalan çalakî hatine lidarxistin, lê dîsa jî ev çalakî têrê nakin.
Berdevka TJKE-E Dilşah Osman di axaftina xwe da bi bîr xist ku çalakiya nobetê di sala 4. de dewam dike û da zanîn ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azad bibe wê çalakiyê wan dewam bike. Osman destnîşan kir ku girêdana gel a bi Ocalan re wê hê zelaltir bidin nîşandan.
Osman, diyar kir ku ji bo bidawîbûna şerên li Rojhilata navîn û mirinan, pêwîstî bi aştiyekî mayînde heye û ‘Mifteya aştiyê” jî Birêz Ocalan e. Osman der bir ku ji bo vê divê polîtîkayên dewletên herêmê bi temamî bên guhertin.
KOÇ: EM HESABÊ 10 MILYON ÎMZEYAN DIPIRSIN
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî axivî û anî ziman ku di sala 2016’an de xebatên ku ji bo azadiya Ocalan tên meşandin divê hê zêdetir bên kirin, ji bo hemû çalakvanên ku heta roja îro di nava çalakiyan de ne, spasiyên xwe pêşkêş kir.
Yuksel Koç da zanîn ku bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê dawî li pirsgirêka Kurd were, ji bo vê erkê ku bikeve li ser milê wan û hemû gelê Kurd û dostên wan wê bikin.
Koç got ku divê li gel Kurdan, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirk, Elewî, Sunî hevpar têkoşînê bikin, di serî de li Ewropa li gelek welatên cuda çalakiyên kon ên ji bo azadiya Ocalan hatin vedan wê di van konan de banga azadiya Ocalan li raya giştî bikin.
Koç ê ku bang li Konseya Ewropayê jî kir, ji bo 10 milyon îmzayên ku ji bo azadiya Ocalan hatibû berhevkirin, xwest ku bersivekê bidin gel. Koç got ku wê azadiya Ocalan heta dawiyê bînin ser ziman, ji bo tevahî çalakiyan banga tevlîbûnê kir.