Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

Ronahî Sirdaş a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê rehîngirtin da zanîn ku girtiyên siyasî di dema sewqkirina ji bo nexweşxaneyê de li rastî êrîşa girtiyên edlî hatine.

Ronahî Sirdaş di 7’ê Gulanê bi rêya telefonê li gel dayika Emîne Sirdaş axiviye û aniye ziman ku ew di 30’ê Nîsanê û 6’ê Gulanê de dema diçûn kontrola nexweşxaneyê rastî du êrîşên cuda hatine.

Ronahî Sirdaş di telefonê de aniye ziman ku di 30’ê Nîsanê de sê hevalên wê dema diçûn nexweşxaneyê bi tundiya fîzîkî re rû bi rû mane û diyar kiriye ku wan ev yek ji rêveberiya girtîgehê re ragihandiye û soza ‘’wê pirsgirêkên ewlehiyê’’ rû nedin hatiye dayîn.

Sirdaş destnîşan kiriye ku di 6’Gulanê de jî heman bûyerê rû daye û gotiye ku dema li gel sê hevalên xwe diçûn kontrola nexweşxaneyê dubare êrîş li wan hatiye kirin.

BI ZANEBÛNÎ ÊRÎŞ DIKIN

Ronahî Sirdaş gotiye: ‘’Heqaret li me kirin. Girtiyê edlî yê ku êrîş bir ser hevalên me û li wan xist, îşaret da girtiyên li ba xwe da ku ew jî êrîşî me bikin. Girêdayî vê yekê rageşiyekê rû da.’’

Ronahî Sirdaş da zanîn ku êrîşa berbehs ne tesadûfî bi zanebûnî hatine kirin û ev yek anîne ziman: ‘’Em nizanin bê ka kî vê yekê bi wan dide kirin lê belê bi zanebûnî êrîş dikin.’’