Dozgeriyê bi lezûbez îdîaname amade kir

Der heqê Fîncanci, Nesîn û Onderoglû yên ji ber tevlî kampanyaya “Gerînendetiya Nobedar a Weşana Giştî” ya rojnameya Ozgur Gundemê bûn hatin girtin, ji 3 dosyayê cuda 3 îdîaname hatin amadekirin.

Piştî ji ber tevlî kampanyaya “Gerînendetiya Nobedar a Weşana Giştî” ya rojnameya Ozgur Gundemê bûn, Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Nivîskar Ahmet Nesîn û Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû hatin girtin. Dozgeriyê jî bi lezûbez der heqê wan de îdîaname amade kirin.

Der heqê Erol Onderoglû, Şebnem Korûr Fîncanci, Emîne Beyza Ustun, Înan Kizilkaya û Ahmet Azîz Nesîn de ji 3 dosyayên cuda 3 îdîanameyên cuda amade kirin. Îdîaname jî ji 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re şandin. Tê de, bi îdîayên “propagandakirina rêxistinê”, “ji bo sûc tehrîkkirin” û “pesnedayina sûc û sûcdar” ji 2 salan heta 14 salan cezayê hepsê tê xwestin.

Îdîanameya der heqê Nesrîn ji 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hate şandin, yên der heqê tewanbarên din jî ji bo 13. Dadgeha Cezayê Giran hatin şandin.