Demîrtaş: Li dijî AKP’ê/Qesrê em piştevaniyê xurt bikin
Demîrtaş, seriyek da Navenda Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV). Demîrtaş banga xurtkirina piştevaniyê kir, li dijî AKP’ê/Qesrê
Demîrtaş, seriyek da Navenda Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV). Demîrtaş banga xurtkirina piştevaniyê kir, li dijî AKP’ê/Qesrê
Hevserokê HDP’ê Selahattin Demîrtaş, ji bo Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, nivîskar Ahmet Nesîn û Erol Onderoglû, ku bi mebesta tevlî kampanyaya ‘’Rêveberiya Giştî ya Weşana Nobedariyê’’ ya Ozgur Gundemê bûbûn û hatibûn girtin, seriyek da Navenda Giştî ya TÎHV’Ê. Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci, Serokê Berê yê TÎHV’ê Yavuz Onen û Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Demîraş pêşwazî kirin.
'PÊDIVIYA TIRKIYÊ BI XILASIYEKE NÛ HEYE’'
Demîrtaş di daxuyaniya ji bo rojnamevanan de got, "Ev hemû sepanînên li dijî standartên gerdûnî nîşan didin ku Tirkiye, AKP û Qesr bi jêr ve digindire. Ez vê ne weke hêvîşkestinekê, reşbîniyekê dibêjim. Jidil dibêjim pêdiviya Tirkiyê bi destpêkeke nû heye û ev jî nêzîk e. Em ronahiya li devê şikeftê bibînin."
'DI DESTÊN WAN DE LÎSTEYA KESÊN WERIN KUŞTIN Û GIRTINE HEYE'
Demîrtaş got, ên ku biryara girtinê dayin siyasetmedar in û di serî de jî Serokkomara Tayîp Erdogan e û wiha pê de çû, "Tîma sereke a AKP’ê bi lîsteyeke înfazê ya ku di destê wan de ye serekşaredar, wekîl, rojnamevan, akademîsyen ku wê werin girtin yek bi yek tespît dikin. Heya bi hesabên medyaya civakî, xwendekarên lîseyê, di nav tirs û xofekê de dixwazin her kesî têxin nav vê lîsteyê. Girtina kesên mîna Şebnem Korur Fîncanî, Ahmet Nesîn û Erol Onderoglu bi pratîk û jiyana xwe ya girambar helwestan xwe ya demokratîk çespandine, nîşan dide ku Tirkî hatiye xala destpêkê."
Demîrtaş diyar kir ku "Çespandineke bobelatî ku bi awayekî zelal derxistine holê ku li vî welatî hîseke dadmendî nemaye hate jiyîn. Ti dadgerekî dadmend, dozger di dosyayeke bi vî rengî de, ji bo mirovên wilo biryara girtinê nade, nikare bide. Navê tiştekî wiha wê nebe hiqûqî be."
'DIVÊ QEYÛM TAYÎNÎ QESRÊ WERE KIRIN!'
Demîrtaş gotinên xwe bi vî rengî bi dawî kirin: "Rast e, sûcekî giran e ku mirov alîkariyê bide terorê û pereyan jê re bişîne. Bi TIR’an ji Nusrayê re, ji DAIŞ’ê re çek şandin. Dadger û dozgerên ku ev derxistin holê girtin. Heke bi rastî jî alîkariya li terorê dibe sedema tayînkirina qeyûmê, divê qeyûm ji bo Qesrê werer tayînkirin. Lê rê û rêbazeke ku sûcên xwe bincil bikin dîtin. Ji hine din re dibêjin,’terorîst û alîkariya terorê dikin,’’ û bi vî awayî ser sûcên xwe digirin. Bila pêşî li gemariya şaredariyên xwe binerin. Bila li nelirêtiyan, li dizî, rant û bertîlan binerin. Di şaredariyên HDP’ê de ji bilî xizmetdayina gel, tiştekî dî nîn e. Angaştên derbarê me de çiqasî siyasî bin ên derheqê şaredariyên me de jî ewqasî siyasî ne."